Li Hesekê têkildarî mafên jinan panelek hat lidarxistin

Bi serpereştiya Meclisa Jin a kongra Îslama Demokratîk bi tensîq bi Kongra Star a kantona Hesekê û Mekteba Edaleta Jin panelek diyalogî di bin dirûşma “Têbikoşe, azad bibe, nebe qurbanî” hat lidarxistin.

Hesekê- Bi dirûşma “Têbikoşe, azad bibe, nebe qurbanî” panelek diyalogî ji aliyê Meclisa Jin a kongra Îslama Demokratîk bi tensîq bi Kongra Star a kantona Hesekê û Mekteba Edaleta Jin û bi amdebûna 40 jinên ji hemû saziyên civaka sivîl a bajarê Hesekê hat lidarxistin.

‘Her zindî xwedî mafê jiyanê ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê,beşa yekemîn a bi bi sernavê “Qetilkirin Sûc e û bêdengî hevkarî ye” Endama Meclisa Jin a kongra Îslama Demokratîk a Bajarê Hesekê Emîna Şêxo da zanîn ku ola Îslamê di demek hat ku jinê ji gelek kevneşopiyên xerab xelas bike û wiha anî ziman: “Ola îslamê li dijî xwînrijandin û qetilkirinê ye. Lewma pêwîst e em ola îslama demokratîk bidin pêş da ku bikaribin pirsgirêkên ku jin di civaka îro de rastî wê tên çareser bikin. Her zindiyek di jiyanê de xwedî maf e, mafê tu kesî tune ye ku jiyana zindiyek tune bike.”

‘Guhertina hişmendiya baviksalarî çareseriya bingehîn a qetilkirina jinan e’

Di beşa duyemîn bi sernavê “Na ji qetilkriina jinan” re Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa teqez kir ku qetilkirina jinan ji sîstemên desthilatdar çêdibe û wiha got: “Dewlet yek sîstem dide meşandin lê navê wê tê guhertin. Ev sîstem jî di riya jinan de civakê dike kole û bi destdirêjî, qetilkirina jinan, pirzewacî, zewaca di temenê biçûk di nava civakê de xwe ava dike. Dewletên ku banga azadiyê dikin û dibêjin em demokrat in em dibînin ku çawa jinan qetil dikin wekî qetikirina têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li Parîsê her wiha qetilkrina Jîna Emînî û hwd. lewma pirsgirêk ji sîstemê ye, pirsgirêk ji hişmendiya sîstemê ye. Ji bo wê pêwîst e em wekî rêxistin û deszgehên jinan sîstema xwe xurt bikin, civaka xwe perwerde bikin û bi pêş bixin. Em baş dizanin ku dema dewlet tê demokrasî bêwate dibe. Demokrasî jî dema tê gotina dewlet bêwate dimîne lewma hemû jin an civaka ku banga azadî û demokrasiyê bike ew civak û jin rastî êrîşan tên û tên hedefgirtin. Mînaka wê jî hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan Zeyneb Saroxan, Hevrîn Xelef in.”

‘Bi zanîna dîroka jinan dê rê li ber cureyên tundiyê were girtin’

Di beşa sêyemîn bi sernavê “Tundiya li dijî jinan” de Endama Mekteba Edaleta Jin Ala Îbrahîm destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan tundiya li dijî civakê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Cureyên tundiyê gelek in, tundî jî ji hişmenidyê tê hişmendiya ku tundî were meşandin jin bibe koleyê zilam û zilam jî koleyê wê hişmendiyê be û bi vî rengî desthilatdarî xwe dide meşandin û xwe ava dike. Eger em bînin ser herêmên dagirkirî bi hezaran jin rastî tundiyê tên, di nava 11 salên şoreşê de hê jî hejmarek ji jinan rastî hemû cureyên şîdetê tên. Ji ber ku zihniyetek hatiye meşandin 5 hezar sal in vê hişmendiyê kokên xwe di nava civakê de bi cih kiriye di bin navê ol, kevneşopî û eşîrtiyê de bi pêş xistiye. Li hemberî cureyên tundiyê ango li hemberî hişmendiya baviksalarî divê hişmendiya dayiksalarî were pêşxistin. Divê Hişmendiyek hevjiyana azad were pêşxistin. Bi vî rengî civakek saxlem dê were avakirin civaka saxlem jî ew civaka ku jin tê de azad in, jin tê de rastî şîdetê nayên, jin û mêr wekhev bin. Ger her jin û mêr dîroka jinan bizanibin dê gavên baş werin avêtin. Ji ber ku naskirina dîrokê naskirina heqîqetê ye di eynî demê de pêwîst e zagonên jinan û mala jin werin nasîn ji tevahî civakê re çi jin çi mêr be.”

Di encamê de pêşniyar hatin kirin

Panel bi pêşniyaran bi dawî bû. Pêşniyarên ku derketin dê ji meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêşkêşkirin da ku li ser were lêkolînkirin û pêkanîn. ziyaretên malbatan û pênasekirina zagonên jinan, pêşxistina perwerdeyan ji bo mêran di nava civakê de û kesê ku jinek qetil bike dadgehek gel were lidarxistin û biryar der heqê wî de were dayîn.