Li Mêrdînê jinekê agir berda bedena xwe

Li navçeya Qoserê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Jina bi navê Sûriya Akturk a li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qoser a Mêrdînê, ji ber sedemeke nediyar li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe. Sûriye Akturk tevî mudaxeleya derdorên ku bûyer ferq kirin jî jiyana xwe ji dest da. 

Gelek wesayitên agırkujö  û ekîbên tenduristiyê yên lezgîn sewqî cihê bûyerê hatin kirin.