Li Îranê 2 jinên din hatin girtin

Di dema ku rayedarên Îranê 3 girtiyên jin bi şertê kontrola edlî serbest berdan, 2 jinên siyasî jî girtin û şandin Girtîgeha Êvînê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de derketiye, Merziye Farsî û Forûg Teqîpûr hatin girtin û şandin qawişa 209 a girtîgeha Êvînê. Wehîde Xoş Sirt, Nakin Rezayî û Meryem Ferheng jî bi awayekî demkî hatin berdan.

Di 21ê Tebaxê de, hêzên ewlehiyê yên Îranê li Tehranê careke din Marziye Farsî û Forough Tagipûr, ku berê ji ber çalakiyên xwe hatibûn girtin û serbest berdan, girtin. Her wiha 2 çalakvanên mafên jinan Wehîd Xoş Siret û Nakin Rezayî jî li Girtîgeha Lakan a Reştê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Peykersaz Meryem Ferheng a 26 salî ku li bajarê Îsfehanê dijî, piştî 20 rojan ji girtina xwe bi awayekî demkî ji Girtîgeha Dowlat Abadê hat berdan.

Bi nêzîkbûna salvegera şoreşa "Jin, jiyan, azadî" re dewleta Îranê bi girtinan zextên xwe zêdetir dike. Di 16’ê Tebaxê de li parêzgeha Gîlanê 12 parêzvanên mafên jinan hatin girtin, Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata Giştî ya Gîlanê jî bi gotina “Dwazdeh Tîmên Rêxistinê” biryara girtinê da.