Mînîbusên karkerên findiqan li hev ketin 20 kes birîndar bûn

Li Orduyê du mînîbusên ku piranî karkerên jin ên findiqan di wan de bûn, li hev ketin. Di encama qezayê de 20 karker birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li Orduyê mînîbusa karkerên findiqan dema ku xwest bikeve ser riya sereke, li mînîbuseke din a ku karkerên findiqan tê de bûn da. Gelek ji wan jin, 29 karkerên findiqan birîndar bûn.

Qeza, di saetên vê sibehê de li navçeya Gurgentepe, taxa Gurgentepeyê çêbû. Li ser îxbarê gelek ambulans sewqê cihê qezayê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên bajar.