Rojnamegerên jin ên Şengalê: Êrîş li ser hemû jinan e

Rojnamegerên jin ên li Şengalê bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser JIN Tv dan û bi gotina “Êrîşa li ser ragihandina jin êrîşa li ser hemû jinan e” anîn ziman ku ew ê bi xebatên xwe êrîşan vala derxin.

MEDYA HAWAR

Şengal – Dewleta Tirk 23’ê Tebaxê li ser riya Qamişlo-Amûdê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê xebatkarên JIN Tv kir. Di encama êrîşê de xebatkarê JIN Tv Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû.

Rojnamevanên jin ên Şengalê bertek nîşanî êrîşên li dijî ragihandina azad dan û gotin ku ew ê bi xebatên xwe her cure êrîşên li ser ragihandina jinan vala derxin.

Rastî hedef tên girtin

Pêşkêşvana Çira Tv rojnameger Nûjîn Êzidî hêrsa xwe ya li dijî êrîşan wiha anî ziman: “Em wekî ragihandina jinên Êzidî di şexsê şehîdên ragihandinê de hemû şehîdan bi bîr tînin. Wesayîda Jin Tv hat hedefgirtin di encamê de hevalek şehîd bû, hevala me Delîla Egîd giran birîndar bû. Êrîşên bi vî rengî ne cara yekem e ku tê kirin. Me dît ku bi dehan car rojnamevan kirine hedef. Ji ber ku ên rastiyê derdixe pêş ragihandine.”

Êrîş li dijî hemû jinan e

Nûjîn Êzidî da diyarkirin ku êrîşa li Qamişoyê hat kirin ne tiştekî nû bû wiha got: “Her dem ragihandina azad dikin hedef. Ji ber ku ya li hemberî derew û qirêjiya dijminên hov derdikeve û dibe asteng, ragihandina azad e. Têkoşîna Rojava û li Şengalê tê kirin bi saya ragihandina azad li cîhanê belav bûye. Ji bo wê jî ragihandin her dem bûye hedef. Mînaka ber bi çav hevala me ya şehîd Nûjiyan Erhan bû. Li vir bibû deng û rengê rastiyê. Hemû rastiyên heyî, êşên ku hebûn radighand. Ji aliyê PDK’ê û dagirkeriya tirk ve hedef hat girtin. Dema ku êrîş li ser ragihandina jinan tê kirin li ser hemû jinan tê kirin. Ji ber ku rastiya berxwedan û tekoşîna jinan bi riya ragihandina jinan tê berbelavkirin. Ji bo ku ev rastî dernekeve ji destên desthilatdaran çi tê dikin.

‘Em ê têkoşînê bidomînin’

Nûjîn Êzidî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sîstema desthilatdar bi her rengî êrîş dike. Îro li rojavayê Kurdistanê têkoşînek li hemberî Dagirkeriyê tê kirin. Ev têkoşîn bi saya ragihandina jinan pir bihêz belav dibe û her kes wê rastiyê dibînin. Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin. Dijmin çawa êrîş jî bike bi balafiran be, bi riya qenalên civakî be û çawa be jî. Em ê têkoşîna xwe bikin û rastiya civaka xwe bidin pêş.”

‘Ragihandina jinan tirsê di dilê dagirkeran de ava dike’

Rojnamevan Bêrîvan Çiya di serî de sersaxî ji şehîdan re û şîfaya lezgîn ji malbatê hevalên xwe re xwest û wiha got: “Di serî de em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin û şîfaya lezgîn ji hevala xwe re dixwazin. Dagirkeriya tirk dixwaze bi her şêwazî êrîşê bîne ser jinan û bi taybetî jina rojnamevan. Hevala Nûjiyan yek ji wan hevalan bû ku bû hedef. Bi salan li vir kedek mezin da.”

Bêrîvan Çiya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê tevî hemû êrîşan kar û xebatên xwe bi hêztir bikin û wiha got: “Dagirker dixwazin pêşiya ragihandinê bigrin. Ji bo ku em hebin, em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin. Dijmin çi bike jî em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin. Ragihandina jinan wê her hebe. Tirsa dijminan ji ragihandina jinan heye. Ji ber ku rastiya civakê bi riya ragihandina jin derdikeve holê û bi riya ragihandina jinan, civak ber bi pêş ve diçe, wê dikin hedef. Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin û şîfaya lezgîn ji hevala xwe re dixwazin.”