Li Libyayê ji bo jinan foruma yekem hat lidarxistin

Li Libyayê ji bo rola jinan a di siyasetê de foruma yekem hat lidarxistin. Beşdarên ku tevli foruma jinan bûn diyar kirin ku forum ji bo balê bikşîne ser rola jinan a di xebatên siyasî de û wan di her warî de bi hêz bike hatiye lidarxistin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazi- Li Libyayê di 40 salan de bi beşdariya çalak a jinan 120 partî hatin avakirin lê ji ber pevçûnên li welat, beşdariya jinan a siyasetê kêm e. Ji bo ku di demên pêşiya me de beşdariya jinan di warê siyasî de baştir bibe, ji bo jinên siyasetmedar foruma yekem hat lidarxistin. Ji hemû bajarên Libyayê ji 40'î zêdetir jinên siyasetmedar beşdarî forumê bûn. Jinên ku beşdar bûn ji ajansa me re axivîn.

‘Ji bo avakirina partiyên jinan derfetek gelek girîng e’

Seroka Oartiya Tifaqa Hêzên Neteweyî ya Libyayê Maryam Al-Shaerî, bal kişand ku forum ji bo balê bikşîne ser rola jinan a di xebatên siyasî de girîng e û wiha got: “Her wiha ev yek dê bibe alîkarî ji bo jin di warê siyasî, aborî û çandî de bi hêz bibin. Jinên ku bi foruman hişyar û zana bibin zêdetir dikarin beşdarî xebatên siyasî bibin. Ji bo avakirina partiyên serbixwe yên jinan jî derfetên girîng in. Ev forum ligel beşdariya jinên ku di astên bilind de dixebitin dê bi riya agahî û danûstandinê, di pêşxistina statuya jinan a siyasî de xwedî bandoreke erênî be.”

‘Forum dê li ser pêşketina jinan bandorê çêbikin’

Aktivîst Manar Al-Jameî jî diyar kir ku forum dibin alîkar ku vîzyon û stratejiya ku ji bo jin tevli siyasetê bibin pêwîst dike bi pêş bixin. Manar Al-Jameî, gotinên xwe wiha domand: “Jinên ku beşdarî foruman dibin, hînî girîngiya hebûna xwe ya di qada partîzanî û siyasetê de, rolên di partiyên xwe de, pozîsyonên wan ên pêşengiyê û namzediya şaredariyan dibin. Beşdariya jinan a partiyên siyasî li Libyayê dê bandoreke erênî çêbike. Bi taybetî di pêvajoyên li welat de dê jinan teşwîqê beşdariya xebatên siyasî bike.”

‘Em hewl didin fikrên civakê biguherînin’

Dîrektora Boruya Enformasyona Partiya Demokrat a Neteweyî Ghada Al-Kadikî jî têkildarî foruma yekem a ku ji bo jinên partîzan ên Libyayê hat lidarxistin wiha got: “Armanca vê forumê ew e ku beşdariya jinan a siyasetê zêdetir bike. Hebûna jinan di partiyên siyasî de girîng e lewre jin di warê siyasî de pêşketinê bi dest dixin, dikarin beşdarî pêvajoyên biryarê bibin, di warê cur be cur dibin xwedî kêrhatiyên siyasî. Nêrîna civakê ya li jinên partîzan û siyasetmedar qalib girtî ye. Civak hebûna jinan a di siyasetê de napejirîne. Bi vê foruma ku bi dehan jin beşdar bûn re em hewl didin vê nêrîn û fikra ku di civaka Libyayê de serdest e biguherînin.”