Ji Peymana Stenbolê heta nefeqeyê teşebusa desteserkirinê

Desthilatdariya AKP’ê bi feshkirina Peymana Stenbolê, mafên ku jinan bi têkoşînê bi dest xistine desteser dike, bi tifaqên nû yên li meclisê re jî xwe amade dike zagonên ku jinan tune dibînin bixe meriyetê.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên di meha Gulanê de her kes li bendê bû ku AKP bi hevkarê xwe yê nû yê li meclisê, dijminê jinan HUDA-PAR’ê re mafên jinan desteser bikin. Di îfadeyên beyanameyên hilbijartinê de, hevokên li ser jinan û Peymana Stenbolê û bêguman bi çîrokên ‘mexdûriyeta’ çend mêran nîqaşên di raya giştî de derketin vê texmînê piştrast kirin. Bi taybetî di demên dawî de daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re diyar bû ku di Zagona Medenî de li ser mafên jinan amadekariya êrîşeke cidî heye.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, di weşaneke zindî ya A Haber de diyar kir ku di dema hevberdanê de navbeynkarî, gelek mijarên weke astengiya nefeqeyê de amadekariya hinek zagonan dikin. Wezîr da zanîn ku ew amadekariya Herêma Stratejî ya Reforma Darazê û Plana Çalakiya Mafên Mirovan dikin. Di heman demê de Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê Mahînûr Ozdemîr Goktaş jî daxuyaniyên di lehiya ‘mêrên mexdûr’ de dabû. Di encamê de her du wezîran amadekariyan teyîd kirin. Ji sala 2016’an ve heta niha, di demên cuda de têkildarî astengkirina navbeynkarî û mafê nefeqeyê, zagonên ku dihatin rojevê lê tu carî nedihatin guhertin, niha tê plankirin ku di bin navê ‘Reforma Darazê’ de bikevin zagonê.

Kengê nîqaşan dest pê kir?

Nîqaşên ku bi awayê ‘bidawîkirina mexdûriyetê’ ketin rojeva jinan, di esasê xwe de sala 2016’an dest pê kirin. Pêşniyarê di rapora Komîsyona Pêşîgirtina li Hevberdanê ku di bin banê meclisê de hatibû amadekirin de cih girt. Di rapora 476 rûpel a ji aliyê komîsyonê ve hatibû amadekirin de pêşniyarên wekî; xedimkirina kesên tecawizkar û bersûcên îstîsmara zayendî, di dozên hevberdanê de navbeynkarî, delîlên ku di zagona bi hejmara 6284 de werin dayîn, bi hevberdanê re ji bo nefeqeya ku tê dayîn diyarkirina demê, zewicandina mexdûra tecawizê ya bi bersûc re û pêşniyarên wekî di rewşa 5 sal zewaca bê pirsgirêk de bêcezatî hatibûn kirin. Ev rapor ji aliyê îro ve ji bo çêkirina zagonê li pêşiya jinan e.

Li Tirkiyeyê jin di kîjan mercan de dikarin bibin xwedî mafê nefeqeyê? Bêparhiştina ji vî mafî tê çi wateyê? Bi rastî jî nefeqeya bêdawî heye? Navbeynkariya malbatê çi ye û kî vê navbeynkariyê dike? Em ê di vê nûçeyê de bersiva van pirsan bidin.

Ên ku xizan dibin jin in

Benda 175 a Zagona Medenî, nefeqeya xizaniyê bi hukmê “Aliyê ku ji ber hevberdanê xizan bibe” dikare ji aliyê din bi qasî hêza madî ya heyî bixwaze dixe bin temînatê. Li Tirkiyeyê bi giştî aliyê ku nefeqeyê digrin jin in. Ji ber ku jin nikarin bixebitin, mêr bi taybetî vê yekê dixwazin û xebata jinan bi hinceta ‘dayiktiyê’ tê astengkirin vê rewşê çêdibe. Mercên aborî yên ku jin bikaribin pê li ser lingên xwe bisekinin tune ne. Nefeqe ji ser beyankirina mal tê hesabkirin. Di benda zagonê de bi awayê vekirî tê diyarkirin ku “aliyek dewlemend bibe, aliyê din dê dewlemend nebe.” Ango bi temamî hebûn û qezenca kesan bi temamî nayê desteserkirin. Ji ber ku ya dikeve rewşeke xizan jin e, nefeqeyê didin jinan.    

Jin heta çi demê dikarin nefeqe bigrin?

Ji bo ku jin nefeqe bigrin divê hinek merc werin avakirin. Zagon ji bo vî mafî mercan diyar dike. Mînak ger di doza hevberdanê de kêmasî ya jinê be nikare daxwaza nefeqeyê bike. Piştî hevberdanê jinên ku li cihekî bixebitin ji mafê nefeqeyê bêpar tên hiştin. Ev yek jî jixwe nîşan dide ku ‘nefeqeya bêdawî’ tune ye. Her wiha ger pîşeyek jinan hebe nikare mafê nefeqeyê bigre. Tenê ji bo zarokan “nefeqeya îştîrak” tê dayîn. Di rastiyê de mêr naxwazin pere bidin zarokên xwe jî.

Didin zarokan

Rapora ku di sala 2021’ê de ji aliyê Navenda Pêkanîna Mafên Jinan a Baroya Amedê ve hat weşandin, hinek daneyan bi awayê balkêş derdixe holê. Di navbera sala 2017-2018’an de 2097 dosyayên ku li dadgehê bûne hatine lêkolînkirin û rapor ji wan hatiye avakirin. Di raporê de ev dane hene:

“Bi giştî 2 hezar û 39 doz ji wan 542 ji aliyan nefeqe daxwaz kirine, di 843 dozan de nefeqe nehatiye xwestin, di 654 dozan de nehatiye tesbîtkirin ka daxwaz heye yan na. Di 542 dozên ku daxwaza nefeqeyê hatiye kirin de 241 ji wan têkildarî xizaniyê bûne, ên din nefeqeyên tedbîr û îştîrakê ne. Ji bo 327 biryarên nefeqeya ji bo jinan, tenê 3 ji wan ji 3 milyar zêdetir bûye, 277 ji wan mehê milyarek û jê kêmtir hatiye diyarkirin. Ev doz hemû di sala 2017’an de bin jî nefeqeya ku hatiye diyarkirin ji sedî 99 wan di bin sînorê xizaniyê de, ji sedî 84 jî di bin sînorê birçîbûnê de ye.”

Tenê ev rapor jî nîşan dide ku nefeqe ne wekî di raya giştî de tê nîqaşkirin e, ji bo jinan pir kêm nefeqe tê dayîn û ji vê zêdetir ji bo zarokan tê dayîn.

Hedef Zagona Medenî ye

Rêxistinên jinan dixwazin ku divê van hemû agahî û rastiyan li ber çavan werin girtin û wezaret îdiaya xwe ya “kesên ku rojek zewicandî mabin û nefeqe didin hene” îsbat bike. Rêxistinên jinan diyar dikin ku têgihîştinek derew hatiye avakirin, balê dikşînin ku hedef Zagona Medenî ye.

Dê ji bo çi û çawa zorî li jinan were kirin?

Navbeynkarî yek ji pêşniyarên sereke yên Komîsyona Hevberdanê ya TBMM’ê ye. Komîsyonê hevberdanê wekî ‘pirsgirêka’ civakî ya ku divê pêşî lê were girtin dîtibû û pêşniyar kiribû ku navbeynkarî di hiqûqê malbatê de were pêkanîn. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de dê ji bo navbeynkariyê navend werin vekirin û dadgerên malbatê, berê aliyên ku li ber hevberdanê ne bidin wan deran. Navend dê li ser esasê dadgehan û di bin kontrola dadgeran de bixebitin. Di navendan de dê peywirdarên ewlehiyê hebin û bi kamerayan were şopandin. Ji bo jin di vê pêvajoyê de werin parastin dadger dê tedbîrên pêwîst bigre. Di van navendan de dê xebatkarên psîkolog û civakê jî hebin. Di bin çavdêriya wan de dê li zarokan were guhdarîkirin. Navbeynkar dê rapora xwe pêşkêşî dadgehê bike. Dadgerê ku raporê analîz bike herî dawî ji aliyan pirsa “dixwazin hev berdin an na” bike. Ger di navbeynkariyê de li hev nekiribin dê doz bidome. Biryarê dê dadger bide. Li welatê ku biryara hevberdana jinan sedema têkoşînê ye, di bin navê “belavnebûna malbatê” de mirov dikare texmîn bike ku dê çi zext werin kirin. Ji ber ku em dizanin li Tirkiyeyê gelek jin ji ber ku hevberdanê dixwazin tên qetilkirin. Xuya ku dê jin ji bo çi û çawa di nava vê pergalê de rastî zoriyê werin.

Dê jin destûr nedin

Li dijî van bêhiqûqiyên ku me li jorê gotin, Peymana Stenbolê mafên jinan dixist bin temînatê. Ji mafê nefeqeyê heta navbeynkariyê, gelek guhertin hebûn. Betalkirina Peymana Stenbolê, van mijarên ku îro tên axaftin û guherînên ku dihatin plankirin nîşan dida. Jinan tu carî dest ji mafên xwe û Peymana Senbolê bernedan, bernadin. Jin dizanin ku hewl didin bi guherînên zagonî yên ku bixin meriyetê mafê hevberdana yekalî didin mêr û hemû maf û destkeftiyên jinan ji nedîtîve tên loma jî dê destûr nedin vê yekê.