Daneyên tundiyê ya meha Tebaxê: 25 jin hatin kuştin

Li Îranê di meha Tebaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi guman hatin kuştin. Di daneyan de gelek xwe kuştinên bi guman weke 'întîxar' hatin nîşandan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Di nûçeyên di çapemeniyê de her roj aliyên cuda yên tundiya fizîkî, zayendî û derûnî, xwekuştin û heta qetlîamên jinan ên li welat radixe ber çavan.

Ji ber nebûna zagon û mekanîzmayên qanûnî, bi taybetî jî qetlîamên jinan ên di bin navê 'namûsê' de tên kirin, weke 'întîxar' tên qeydkirin. Ajansa me her meh hejmara komkujî û tundiya jinan amade dike, li gorî nûçeyên ku me berhev kirine, di meha Tebaxê de jî qetlîam û tundiya jinan berdewam kiriye.

Daneyên tundiyê yê meha Tebaxê wiha ne:

23’ê Tîrmehê: Jineke ciwan a 32 salî di mala xwe de ji aliyê zilamekî 22 salî ve hat qetilkirin.

25’ê Tîrmehê: Jina bi navê Fatane li Tehranê ji aliyê mêrê bi navê Şehram ve hat qetilkirin.

25’ê Tîrmehê: Jina bi navê Mehtab a 37 salî li navenda bajêr ji aliyê mêrê ku pê re dergistî bû hat qetilkirin.

26 ‘êTîrmehê: Li bajarê Qûmê jinek 20 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewîcî bû ya bi çekê hat qetilkirin.

28’ê Tîrmehê: Xwendekarê psîkolojiyê yê Zanîngeha Mallard Azad di hemama xwe de daliqandî hat dîtin.

31’ê Tîrmehê: Welatiya bi navê Nesrîn Seberî ku xelkê gundê Gandavîla yê ser bi bajarê Aşnoyê bû, bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

31’ê Tîrmehê: Kebrî Yeqûbî yê 25 salî yê li gundê Çelader ê girêdayî bajarê Nûşehrê dijî, bi zaroka xwe ya 6 salî re ji aliyê mêrê ku pere zewicî bû di bin navê 'namûsê' de hat qetilkirin.

1’ê Tebaxê: Tahira Sadeqî, jineke 30 salî û xelkê Malekşahiya Îlamê, bi guman jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Tahîra Sadeqî bûyer weke 'întîxar' bi nav kir.

1‘ê Tebaxê: Hemşîreyek ducanî li Nexweşxaneya Îmam Riza Kirmaşanê bi guman jiyana xwe ji dest da. 

1'ê Tebaxê: Li navçeya Beldacî ya Borujenê jinek 19 salî ku navê wî nehat zanîn hat qetilkirin.

1’ê Tebaxê: Jineke 23 salî ku li bajarê Kiyanşehrê yê Tehranê bi darê zorê hatibû zewicandin, ji aliyê mêrê ku pere zewicî bû bi çekê hat qetilkirin.

2’ê Tebaxê: Li bajarê Rûskê jinek ducanî û zarokek 6 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin.

2’ê Tebaxê: Li bajarê Mehabadê jineke 23 salî bi nasnameya Şîda Nasirî ber bi xwekuştinê ve hat ajotin.

4’ê Tebaxê: Li Mehmûdabad a Mazenderanê jineke 32 salî ji aliyê mêrê ku pere zewicî bî hat qetilkirin.

7’ê Tebaxê: Li bajarê Tangestan ê eyaleta Buşehrê mêrekî hevjîna xwe ya 42 salî û keça xwe ya 22 salî bi amûrê birînê qetilkir.

9’ê Tebaxê: Jina Tebrîzê ya 40 salî Ruqiye Abedînî ku ji ber parastina xwe bi sûcê “kuştina bi qestî” hatibû mehkûmkirin, hat darvekirin.

12’ê Tebaxê: Li bajarê Pakdeştê jinek ciwan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû bi çekê hat qetilkirin. 

12’ê Tebaxê: Li gundê Çeşme Zarsek ê navçeya Selas Bavehcanî jinek ciwan ber bi întîxarê ve hat ajotin.

14’ê Tebaxê: Li Pardîsê jineke 37 salî ji aliyê mêrê kup ê re zewicî bû hat qetilkirin.

16’ê Tebaxê: Li bajarê Xurmatû jinek ji aliyê mêrê kup ê re zweicî bû hat qetilkirin.

16’ê Tebaxê: Ciwanek 13 salî, bi navê Wayan Abdullahfer, ber bi întîharê ve hat ajotin.

18’ê Tebaxê: Jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, bi dayîna tiryakê hat hat qetilkirin. Derket holê ku sedema dayîna tiryakê jî wek întîxar kirina bûyerê  were dîtîn.

19’ Tebaxê: Zarokekî 10 salî ku li bajarê Rayê dijî, ji aliyê bavê xwe ve bi lêdanê hat qetilkirin.

19’ê Tebaxê: Cenazeyê çalakvanekî Belûç ê bi navê Hanî Gol li bajarê Serawanê hat dîtin. Çalakvana Belûç a ducanî di 7’ê Tebaxê de tevî hevjînê xwe ji aliyê çend kesên çekdar ve hatibû revandin.

21’ê Tebaxê: Cenazeyê zarokekî 12 salî yê bi navê Şaperak Qasimî li nêzî Pira Şehîdan a Serdeştê hate dîtin.