Zaroka ku ji bo ketiye reglê di holikê de hat girtin jiyana xwe ji dest da

Zaroka ku ji ber ku ketiye reglê bi sepana chhaupadiyê bi tena serê xwe neçar hat hiştin ku di holikê de bimîne jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Zaroka 16 salî Anita Chand ji ber sepana chhaupadi ku Nepalê qedexe ye di holikê de hatibû girtin, di encama gezkirina mar de jiyana xwe ji dest da.

Piştî bihîstina bûyera li herêma Baitadiyê ji çar aliyê welêt bertek hatin. Rêxistinên jinan xwestin ku li ser sepana chhaupadi ya qedexeye zêdetir kontrol bikin.

Chhaupadi çi ye?

Chhaupadi sepaneke ku bi sedsalan tê bawer kirin ku jin û zarokên keç di dema reglê  de nepaqij û bêdestûr in. Li gorî vê yekê, destûr nayê dayîn ku jin û keç di reglê de çalak bin. Di hin rewşan de, jin û zarokên keç ji her kesî dûrî 'holikên mehane' di tecrîtê de têne hiştin. Ev sepana ku bi Hinduîzmê re girêdayî ye li Nepalê taybetî jî li rojavayê Nepalê belavbûyî ye.

Di sala 2005 de hat qedexekirin

Chhaupadi di sala 2005 de li tevahiya welêt hate qedexekirin. Ê ku Chhaupadi pêk tîne heta 3 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar bi pereye rûpîyên Nepalî tê cezakirin. Parwati Budha Rawat, 21sali di sala 2019‘an de ji ber Chhaupadi jiyana xwe ji dest da. Di çapemeniyê de cih girtibû ku jina ciwan 3 şevan di holikê  de ma jiyana xwe ji dest da. Bi Anita Chand re 6’emîn bûyera mirinê hebû ku ji çapemeniyê re hat ragihandin û ji rayedaran re hat ragihandin. Jin û zarokên keç an di êrîşên ajalên kovî de dimirin an jî ji ber ku ji bo germbûnê agir pêxistin dûman hildigirtin jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku li gelemperiya welêt di encama kampanyayên rêxistinên jinan de bi sedan holik hatin rûxandin jî, tê zanîn ku hîn jî malbat hene ku vê pêkanînê didomînin û holikên nû ava dikin.