Îmzayên ku ji bo Abdullah Ocalan hatin komkirin radestî CPT hate kirin

Bi armanca ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe û tecrîd bi dawî bibe 2 milyon û 646 û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin, radestê CPT hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hevdîtin bi Komîteya Pêşîlêgritina Êşkenceyê (CPT) re kir.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Saîd, Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzerên Azadî Ji Bo Ocalan a Sûriyeyê Xanim Ayo û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û tecrîd ji ser rabibe 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Helebê û li bajarên din hatin komkirin radestî rayedarên CPT’yê ku li Konseya Ewropayê (KE) bûn kirin.

Bi CPT re hevdîtin hat kirin

Şandeyê, piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemniyê de Îdrîs Saîd axivî û diyarkir ku weke înisiyatîfa gel li seranserê Rojava bi tevlîbûna hemû pêkhateyan ji 12 Çileyê heta 13’ê Adarê bi awayê kampanyayekê bi koordîne xebat hate rêvebirin, Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din tev li kampanyayê bûne û 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze berhev kirine.

Îdrîs Saîd da zanîn ku wan hevdîtin bi şandeya CPT’yê re kiriye û îmze teslîm kirine, der barê hevdîtinê de wiha got: “Me daxwaz kir ku di demeke kin de bila hem CPT hem jî parêzer û malbat bi pê re hevdîtinê bikin. Wan got: ‘’Xemgîniya we xemginiya me ye. Em rewşa Abdullah Ocalan dişopînin.’ Diyar kir ku wê daxwazên me ragihînin cihên têkildar û da xuyakirin ku wan sala çûyî hem Rêber Apo hem jî sê hevalên din dîtine. Me jî got mala we ava.”

‘Rapora Îmralî amadeye lê nayê eşkere kirin’

Di hevdîtinan de li ser navê Yekitiya Parêzerên Sûriyeyê Xanim Ayo bejdarî hedîtinê bû wiha got: “Di hevdîtina xwe ya CPT’yê re de, me daxwaz kir ku bila dawî li tecrîdê were û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe. Me îmze teslîm kir. Wan di der heqê serdana dawîn a li Îmraliyê agahî da. Rapor amade kirine lê nikarin ji bo raya giştî eşkere bikin û got ku ji wê boneyê divê dewlet destûrê bidin.”