Rêzeçalakiyên Meclîsa Îştarê didome: Divê jin hêza xwe bikin yek

Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê di çarçoveya çalakiyên ji bo kampanyaya ku Koordînasyona KJK’ê dabû destpê kirin de ji bo jinan semîner da.

Mexmûr- Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve diyar kirin ku wê di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayekê dan destpê kirin.

Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê di 2’ê mehê de bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya ku Koordînasyona KJK’ê dabû destpê kirin da. Di çarçoveya pêngava KJK’ê ya dayî destpê kirin de li semtan ji bo jinan semîner hat dayîn. Di semîneran de mijarên komkujî û tundîtiya li ser jinan, girîngiya rêxistinbûn, hevgirtin û yekbûyîna jinan hatin destgirtin.

Jinên ku beşdarî semîneran bûyîn jî bi biryardarî piştgiriya xwe ya ji bo jinên Şengal û Efgan anîn ser ziman.

‘Li her derê bila jin hêza xwe bikin yek’

Taybet Kapar diyar kir ku ew jî wek jinên Mexmûrê xwe di nava pêngava ku KJK’ê dayî destpê kirin de dibînin û got: “Pêngava ku ji aliyê KJK’ê ve hatî destpê kirin ya ji bo jinên Şengal û Efganîstanê, em wek jin li ku derê dibe bila bibe em piştgiriya wan dikin. Jin li ku derê dibin bila bibin bila hemu xwe bikin yek ger ku jin hemu xwe bikin yek. Li ku derê jin bindest bin, zilm û zorî lê bê kirin em bi her şêweyî li gel wanin û emê piştgiya wan bikin. Li Şengalê dema ku DAIŞ êriş kir, destpêkê jin hatin hedef girtin. Li wir li ser jinê komkujî hat pêkanîn, jin hatin qetil kirin û hatin firotin. Lê piştî qetlîamê jinên Şengalê lixwe xwedî derketin, xwe azad kirin, xwe rêxistin kirin, hêza xwe ya leşkerî, meclîs, komînên xwe ava kirin. Em dixwazin jinên Efgan jî wek jinên Şengalê û hemu cîhanê hêza xwe ya leşkerî ava bikin û hêza xwe bikin yek. Ger ku jin xwe bikin yek kes nikare hêza wan bişkîne. Em wan hemuyan silav dikin û cardin piştgiriya xwe ji bo wan nîşa dikin.”

‘Em heya dawî li pişt jinên Şengal û Efganîstanê ne’

Hacer Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dayîkên Mexmûrê heya dawî piştgiriya hemu jinên Şengalî û Erganî dikin û wiha got: “Ger em jin hemu piştgiriyê bidin hevdu tu kes nikare hêz, îrade û baweriya me bişkîne. Bi bawerî û hêza ku Serokatî dayî me em dikarin hertiştî bikin û tu kes nikare me ji doz û rêxistina me qut bike. Em cardin piştgiya xwe ji jinên Şengal û Efgan re nîşan didin, ger ku em hemu bi hevre bibin yek kes nikare li beramberî me raweste.”