Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin

Li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Di van demên dawî de Îtalya bi binavbûna botên penaberan dikeve rojevê. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a ANSA'yê ya Îtalyayî, keştiya penaberan ji bajarê Safakes a Tûnûsê kete behrê, li dora Girava Lampedusa ya Îtalyayê noq bû.

Di bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan, Tîmên Ewlekariya Peravê tenê 4 penaber xelas kirin. Kesên ku xilas bûn agahî dan ku bi 45 kesan re derketin rê û di nav wan de 3 zarok jî hene. Hat diyarkirin ku keştî 6 saet piştî derketina xwe bi bandora pêleke xurt noqî avê bûye.

Di 6'ê Tebaxê de, cenazeyên jin û zarokek li keştiyek ku li girava Lampedusa ya Îtalyayê binav bû, ku trafîka koçberan lê giran e, hatin dîtin. Li gorî agahiyan, ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 14 hezar kes dema hewl didan ji Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, mirin.