‘Zagonê li Şeria Rojava û Şerîda Xezayê kiryaran diparêze’

Çalakvana mafê mirovan ya Filistinê Randa Qudada da zanîn ku sûcên li dijî jinan tê kirin, zagonên ku li Şeria Rojava û Şerîda Xezayê tê pêkanîn kiryaran diparêze û bal kişand ser giringiya têkoşîna hevpar.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Li Filistinê di van demen dawî de rêjeya qetliamên jinan û mirinên jinan ên bi guman zêde bûye. Herî dawî bûyera jina bi navê Heba Abu Abdu ya 24 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dayî û Sahima Abu Taima ya 21 salî  hat gotin ku ji aliyê hevjinê xwe ve li pêş çavê zarokan ve bi amura şewatê hatiye qetilkirin, rêxistinên jinan xist tevgerê. Rêxistinên jinan diyarkirin ku qetilkirinên dibin navê namusê de tê kirin dibêjin intihare û ser de digrin û nayê lêkolînkirin û kiryar bê ceza tên hiştin, wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Li gora buroya Îstatîstikên navenda Filistinê ji destpêka sala 2023’an heta niha li Filistinê di encama tundiya mêr de 58 jin û zarokên keç hatine qetilkirin. Çalakvana mafê mirovan ya Filistinê Randa Qudada destnîşan kir ki qetilkirina jin û zarokên keç binpêkirina mafê jiyanê ye, da zanîn ku zagonên ku li Şeria Rojava û Şerîda Xeza tê pêkanîn kiryaran diparêze.

‘Jinên Filistinê hîna ji bo mafê xwe ê jiyanê têkoşînê dikin’

Randa Qudada diyar kir ku di van demên dawî de bi hêceta întîhar û namusê hewl tê dayîn di qetilkirina jinan de bi maf bin û wiha got: “Cînayetên jinan zêde bûye. Ev sûcên hovane binpêkirina mafê mirovane. Divê demildest mijarên parastina jinan werin destgirtin. Di herdû bûyerên ku herî dawî hatî jiyan kirin de em dixwazin kiryar were darazandin û cezayê pêwîst bigre. Ger ceza zêde were dayîn û were pêkanîn, wê qetlîamên jinan jî kêm bîbe. Jinên cîhanê daxwaza mafên hevpar dikin, em li Filistinê hîna ji bo mafê jiyanê têkoşînê dikin. Li Şeriaya Rojava û Şerîda Xeza zagonê ceza yên di meriyetê de, jinan naparêze mînak zagona ceza ya Urdunê ya sala 1960’an, ji ber ensesti weke suc nedihat hesibandin mexdûr wek sûcbar dihat dîtin.”

‘Divê hemû kes têkoşînê bikin’

Randa Qudada destnîşan kir ku divê zagonên ku sûcên li beranberî jin û zarokên keç hîn bi baldartir werin lêkolînkirin û divê zagonên ku kiryaran derbas dike û wan berde dide were îptalkirin û wiha got: “Kiryar bi jinên ku êrîşa zayendî li beramberî pêkanîn re tên zewicandin û ji sûcê xwe rizgar dibin, ger bi zewice jî divê were ceza kirin. Cardin li cihên kar li dijî tacîzê divê zagonên taybet were derxistin, divê ensest weke êrîşa zayendî were dîtin. Ji bo vê jî divê destpêkê rêxistinên jinan hemû kes têkoşînê bikin.”