Pinar Yilmaz: Sûcên li dijî jinan tên veşartin

Pinar Yilmaz a ÎHD’î bal kişand ku li Colemêrgê sûcên li dijî jinan carna ji aliyê darazê ve carna ji aliyê cerdevanan ve carna jî ji aliyê malbatan ve tên veşartin û got ku bêdengiya li dijî van bûyeran dê heta kengê bidome! Bi vê şîdet meşrû dibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin, ji ber bêcezatiya darazê hema bibêje li hemû herêm û bajarên welat belav dibin. Li Colemêrgê di gelek dosyayan de “bêzabûn” balê dikşîne, ser gelek bûyeran jî ji aliyê “cerdevan”, “eşîret” û “oldaran” ve tê girtin. Li Colemêrga ku qadên ewlekariya taybet, qereqolên hatine çêkirin û her dem bi qedexekirina çalakî û aktîvîteyan dikeve rojevê. Di salên dawî de jî sedema zêdebûna bikaranîna tiryakê, şîdet, êrîşên zayendî wekî “polîtîkayên şerê taybet” tên nirxandin.

‘Bûyerên îstîsmar û şîdetê tên veşartin’

Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Pinar Yilmaz, têkildarî sûcên ku li bajar li dijî jin û zarokan tên kirin nirxandin kir. Pinar Yilmaz bal kişand ku di pêvajoyên dawî de li bajar hem îstîsmara li dijî zarokan hem jî mirina jinan a bi guman zêde bûye û wiha got: “Hinek ji van digihîjin darazê lê hinek jî beriya ku bibin mijara dozên darazê tên veşartin. Di bûyerên bi vî rengî yên dibin mijara dozên darazê, gelek caran bi bêcezabûn û neşopandinê bi encam dibin. Dema ku em li awayî civakî ya vê derê binêrin, ji ber cihekî biçûk e her hev nas dike. Ji be vê yekê eşîret an jî kesên ku ji wan re dibêjin rêberên qenaetê (oldar) ên 

 “Bunların bir kısmı yargı mercilerine ulaşırken bir kısmı da ulaşmadan üstü kapatku di civakê de xwedî gotin in gotinên wan esas tên girtin. Ev rewşa ku bi salan e didome, ji ber ku civak girtî ye, dibe sedem ku bûyerên îstîsmar û şîdetê werin veşartin.”

‘Bûyerên tecawizê bi zewicandin an jî mirina bi guman bi encam dibin’

Pinar Yilmaz bal kişand ku bûyerên ku heta nexweşxaneyan jî diçin bi awayekî ser wan tê girtin û ev agahî dan:

“Erdnîgariya em lê dimînin şîdeta ku jin dibînin bi gotina ‘şerm e’ pêşî lê tê girtin û ji kesê re nayê gotin. Dîsa bûyerên îstîsmara zayendî yên li dijî jin an jî zarokan an jî bûyerên tacawizê jî mixabin gelek caran bi zewicandina bi darê zorê û mirina bi guman bi encam dibin. Ji ber ku ser van bûyeran tê girtin, gelek ji wan nagihîjin daraz û qereqolê. Bûyerên ku digihîjin nexweşxaneyan jî bi hewldanên malbatê ser wan tê girtin. Ên ku digihîjin darazê jî mixabin ji ber ku bi polîtîkaya bêcezabûnê bi encam dibin, ji bo pêşîgirtinê tiştek nayê kirin.” Pinar Yilmaz bal kişand ku di veşartina bûyerên bi vî rengî de “cerdevan” û “pêşengên qenaetê” rol digrin û got ku bûyerên mirina bi guman jî ji ber ku nayên lêkolînkirin tên jibîrkirin.

‘Jin ji bo çareseriyê tu mekanîzmayek nabînin’

Pinar Yilmaz bal kişand ku li dijî şîdetê jin bêdeng namînin û wiha got: “Kesên em ji wwan re dibêjin pêşengên qenaetê, malbatan tînin ba hev, li gorî rêbazên xwe çareseriyê ji bûyeran re dibînin. Jin ji ber ku şîdeta li wan tê kirin nikarin ji kesê re bibêjin an jî mekanîzmayek ku çareseriyê çêbike nabînin, dema hevberdanê dixwazin nikarin tiştek bikin ango nikarin veqetin. Di demên dawî de li bajar bûyerên hevberdanê zêde bûn lê gelek jin nikarin bibin xwedî vê alternatîfê.”

‘Bêdengî şîdetê meşrû dike’

Pinar Yilmaz da zanîn ku li bajar 3 meh berê jinek ji ber ku ji cihekî bilind ketibû jiyana xwe ji dest daye û got: “Dûre diyar bû ku wê jinê rastî îstîsmara zayendî hatiye.” Pinar Yilmaz diyar kir ku divê sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin bê ceza nemînin, bang li saziyên civaka sivîl ên li bajar û li derên din kir û got: “Ev bêdeniya li dijî van bûyeran dê heta kengê bidome! Bi vê helwestê îstîsmar û şîdet tê meşrûkirin. Ger mudaxele li bûyeran were kirin dê evqas zêde nebin. Ji ber ku mudaxele tune ye sûc tên meşrûkirin. Kesên ku vê yekê dibînin jî dibêjin ‘tiştem bi min nabe’ û çi dixwazin dikin.”

‘Cerdevan jî ser bûyeran digrin’

Pinar Yilmaz bal kişand ku ligel darazê cerdevan jî ser van sûcan digrin û got: “Li bajar cerdevan li bajar wekî ‘pêşengên qenaetê’ an jî ‘kesên berpirsyar’ hereket dikin û ser bûyerên bi vî rengî digrin. Dema ku em li gelek ji wan bûyerên bi vî rengî dinêrin, dibînin ku kiryarên wan cerdevan in.”