Gulten Kişanak wê tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe

Siyasetmedara Kurd a girtî Gulten Kişanak wê tevlî merasîma cenazeye xwişka xwe Zeyneb Ozer bibe.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye û serlêdana parêzerên wê ya ji bo beşdarî merasîma cenazeyê xwişka wê ya mezin Zeynep Ozer bibe hat qebûlkirin. Gultan Kişanak dê bikaribe beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe.

Hat diyarkirin ku Zeynep Ozer a ku li nexweşxaneya Elezîzê demekê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, Gultan Kişanak dê îro beşdarî merasîma cenaze bibe ku dê li Gundê Rojê yê Elezîzê bê kirin. Hate hînbûn ku ji bo destûra tevlêbûnê ya ku tê payîn ji aliyê cendirmeyan ve bê erêkirin dest bi amadekariyan hatiye kirin.