Dewleta Tirk 2 ji wan zarok 3 kesan qetil kir

Dewleta Tirk û çeteyên giradayî wê erîşê Eyn Îsa kir, di erîşê de ji eynê malbatê 2 ji wan zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşa dewleta Tirk a li ser sîvîlan li ber çavê hemû cîhanê didome.

Li gor nûçeya ku ANHA derbas kiriye; Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li rojhilatê Eyn Îsa gundê El Şîrkê bombebaran kir.

Di êrîşê de ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî, Hîba El Xelawî a 10 salî, Ebdullah ê 3 salî û bapîrê wan Doza ê 60 salî jiyana xwe ji dest da. Di eynê erîşê de Melek a 12 salî, Tehanî a 5 salî û dayika wan Heya Omer a 25 salî bîrîndar bû. Bîrîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.