HDP’ê ‘Rapora Zarokên Amedê’ aşkera kir

Komîsyona zarokan a HDP’ê, di destpêkê de li Amedê li seranserê Kurdistanê der barê pirsgirêkên zarokan de raporek amade kir. Di raporê de, ji zimanê dayikê, çanda şer û karkertî û gelek sernavan tesbît û pêşniyar cih digrin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona zarokan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di destpêkê de li Amedê li seranserê Kurdistanê ji bo tesbîtkirina pirsgirêkên ku zarok dijîn û avakirina polîtîkayên çareseriyê rapora zarokên Amedê aşkera kir.

Di raporê de di encama hevdîtinên bi rêxsitinên civaka sivil ên ku der barê zarokan de xebat didin meşandin hatiye kirin de balê dikşînin ser pirsgirêkên zarokan en weke perwerde, tendirustî, hiqûq, zimanê dayikê, karkerkirin, çand/huner, koçberî û penaberî, li qadên bajar û xwezayê de dijîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku der barê pirsgirêkên zarokan û çareseriyan de divê xebatek sîstematîk were meşandin.

Divê zimanê dayikê bikeve rojevê

Di raporê de behsa perwerdeya zimanê dayikê hatiye kirin û dane zanîn ku divê di atolyeyan de ji bo pêşxistina zimanê dayikê perwerde were dayîn û divê ceribandinan di pêvajoyên perwerdeyê û jiyana civakê de ava bikin û wiha hat gotin: “Beriya dibistanê dewlet ku di xebatên perwerdeyê de xebat didin meşandin û di dibistanên taybet de ji bo dersên zimanê Kurdî bikevin mufradetê daxwaza qanûnî bikin û vê mijarê bi riya medyaya dijîtal bikin rojevê.”

Bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

Di raporê de bal hat kişandin ku li Amedê û bi giştî li hemû erdnîgariya Kurdistanê pirsgirêka herî mezin bikaranîna madeyên hişbir e û temenê kesên ku bi kar tînin daketiye 9 salî û di salên dawî de bi taybetî dibistan bûne cihê firotina madeyên hişbir û wiha domiya: “Têkoşîna li dijî madeyên hişbir bi riya rêxistinên girseyî li ruxmê ku tê meşandin, bandora xebatan der barê qad û rêjeyê de ne têrker e. Beriya qayuman li taxan navendên zarok-dayikan hebûn û bi awayek aktîf xizmetê dikirin, ev navend niha kar nakin. Der barê bikaranîna madeyên hişbir de ji aliyê saziyan ve dihat parvekirin, ji ber vê yekê daneyên rast niha nîn in. Di van salên dawî de întiharên ciwanan her ku diçe zêde dibe û tê texmînkirin ku ev înitihar piranî eleqeya xwe bi madeyên hişbir û tacîza medyaya dîjîtal heye.”

Zarok mexdûrên şer in

Di raporê de bal kişandine ser qada hiqûqê û pirsgirêkên ku tên jiyîn û wiha hatine rêzkirin: “Li Amedê û bi giştî li herêmê herî zêde zarok dibin mexdûrên tundî û şer. Zarok li herêmên çolwarî, li şikeftan dema ku lîstokan dilîzin û lawirên xwe diçêrînin dibin hedefa mayînên çandî û yan jî yên ku li wan deran, an jî li parkan dilîzin, li kolanan dimeşin wesayîdên polîsan li wan didin an birîndar dibin yan jî jiyana xwe ji dest didin û mafên wan ê jiyanê tê binpêkirin. Tevî vê yekê di salên dawî de zarok roja Newrozê tên binçavkirin. Maxdûriyetek din jî ew e ku rastî tundiya zayendî tên. Zarok li hemberî van pirsgirêkên ku dijîn nizanin wê serlêdanê ku derê bikin, yan jî dema ku serlêdan dikin rastî pêkanînên hiqûqî yên keyfî tên û tên paşguhkirin. Ji ber vê yekê jî ji dorpêça tundiyê dernakevin. Li aliyê din di bin zexta malbat û civakê de rastiya tundiya zayendî vedişêrin û bi taybetî dewlet, giştî û erkdarên ewlehiyê di bûyerên ku kiryar in de gilî paşve tên vegerandin.”

Pêşniyarên HDP’ê

Di encam û pêşniyarên raporê de wiha hat gotin:

“*Avakirina Komîsyona zarokan a HDP’ê gavek dereng hatibe avtin jî gelek girîng e û weke gaveke girîng tê nîşandan. Komîsyona zarokan a HDP’ê pêşniyar kir ku heman sempozyûma zarokan ku di Hezîrana 2022’an de li dar xist li Amedê jî were lidarxistin.

*Ji bo di qada zarokan de xebatek bi bandor were meşandin divê li gel komîsyonên weke perwerde, aborî, astengî û pêwîstî jî di nav de bi hev re xebat werin meşandin.  

*Li Amedê saziyên ku di qada zarokan de xebatê didin meşandin divê werin zêdekirin, ji bo xebatên ku didin meşandin belavkirina li welat û navneteweyî amêrên pêşxistinê bikevin rojevê.

*Weke HDP saziyên zarokên ên weke ‘gundê aştiyê’, ‘baxçeyên bajaran’, ‘muzeyên zarokan’, ‘malên çîrokan ên zarokan’ û ‘malên muzîkê’ xeyalên xwe di dema nû de piştgiriya wê were kirin ji bo bikeve meriyetê navbeynkarî were kirin.

*Komîsyona zarokan a HDP’ê ya rapora zarokan, li hemû bajaran komîsyonên xwe ava bikin ji aliyê navenda komîsyona me a zarok werin piştgirîkirin. Gava yekem komîsyona Amedê ya HDP’ê û komîsyona bajarê Wanê ya zarokan ava bikin û pêwîstî jî di nav de bi havalên me yên di komîsyona bajar de atolyeyên bi mijarên zarokan werin avakirin.

*Bi giştî partî, li navend û asta xwecihî, di komîsyonên çand/huner û perwerdeyê de di qadên xebatê de li pêş bin û bibin destpêk û polîtîkayên parastina qadan çêbikin ev nêzîkatî were piştgirîkirin.

*Li Amedê, ji bo têkoşîna li hemberî madeyên hişbir torek ji pisporên li qadê were avakirin û ji aliyê komîsyona me ve navbeynkarî were kirin û koordînasyona vê torê bigrin ser milên xwe.

*Li qadên zarokan ji bo rêzeçalakiyan xwegihandina raporên saziyên ku der barê zarokan de raporên demkî amade dikin çêbibe. Ji bo zanyariyên ji qadê girînge li Amed û li giştî cihên ku li ser mafên zarokan binpêkirin çêdibin şopandin were kirin, çavdêrîkirin û ketina navê  pêwîst e. Di serdan û hevdîtinan de hinek pirsgirêkan bi hûrgulî werin axaftin, di dema li pêşiya me de komxebat, atolye, konferans û hevdîtinên wiha sernivîsên wan bi awayekî kolektif nîqaş werin kirin û pêşniyar werin pêşxistin. Mînak di encama zewaca bi zorê de zarokên ku dibin mexdûrên tundiya zayendî, tacîza dîjîtal jî hinek ji van pirsgirêkan ins.”