Li jinên siyasetmedar ên girtî doza ‘ava lîmonê’ hate vekirin

5 jinên siyasetmedar ku ji doza Kobanê girtî tên darazandin ji bo çareserkirin kilsê ‘ava lîmonê’ bi kar anîbûn, bû mijara dozê. Di îdeanameyê de ava lîmonê weke “alkola etil” hate nirxandin.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedar Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci ji Doza Kobanê hatine girtin û li Girtîgeha Jinan a Sîlîvriyê tên ragirtin. Bi hênceta ku li qawişê ava lîmonê heye 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn. Ji ber lîmonên ji kantîna girtîgehê hatine kirin bi kar anîne, li Pervîn Oduncu, Ayşe Yagci û Ayla Akat Ata  Meryem Belî û Dîlok Yagli doz hate vekirin.

Cezayê hucreye hate dayîn

Li gora nûçeya di ajansa Mezpotamya; gardiyanan di 22’yê Sibatê de bi ser qawîşa jinên HDP’î de girtin. Gardiyanan dest danîn ser kavanoza tije av û parçeyên lîmonê tê de bûn. Piştre jî ji ber vê kavanozê der barê Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Her du jinan di 2’yê Adarê de têkildarî kavanoza hatiye desteserkirin de parastina nivîskî dan. Di parastina xwe de gotin ku ji kantînê semawer kiribûn, ji bo paqijkirina kilsa tê de çêbûye ava lîmonê xistine hundirê wê û kelandine. Girtiyan got ku ava lîmonê ya behsa xeberê ev demekî dirêj bû li rex pacê bi awayekî servekirî disekinî, gardiyanan bi dehan caran ev av dîtine, di serdegirtinan de hatiye desteserkirin lê dîsa li wan hatiye vegerandin. Di çarçoveya lêpirsîna lijneya disiplînê ya girtîgehê de, li Oduncu û Yagci di 4’ê Tebaxê de bi îdiaya ‘Çek, gule, madeyên teqemeniyê, her cureyên tiştên birînê, tiştên qulkirinê, yên şewitandinê, xeniqandinê, yên dikin mirov ser hiş bibin, gazên mirovan kor dikin, her cureyên jehr û derman û madeyên tiryakê, telefon, bêtêl, amûrên ragihandinê yên elektronîk xistine qawîşê û li cem xwe girtine’ 11 roj cezayê hucreyê hate birîn. 

 Ava lîmonê bû mijara dozê

Di biryara Lijneya disiplînê de dema lêpirsîna disiplînê didomiya de hat gotin ku mijar ji hêla dozgeriyê ve jî tê lêkolînkirin. Li gorî vê yekê, rêveberiya girtîgehê ‘ava lîmonê’ ya di kavanozê de weke ‘madeya nayê fêmkirin’ pênase kir û ji bo lêkolînkirinê di 9’ê Adarê de şand Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Di heman demê de siyasetmedar Ayla Akat Ata, Meryem Belî û Dîlek Yagli jî di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan. Jinên girtî heman îfade dûbare kirin û dan zanin ku ji bo çareserkirina kilsê rêbazên xwezayî ceribandine. Dozgeriyê, tevî vê yekê jî derheqê siyasetmedarên jin de îdianame amade kir. Têkildarî kavanozê mijara gotinê rapora kesê pispor hate girtin û hat îdiakirin ku ava di kavanozê de ‘alkola etîl e.’ Lê belê tu agahî nehatin destnîşankirin  ka rapor ji bo çi hatiye girtin. Di îdianameyê de hat xwestin ku Ayla Akat Ata, Meryem Belî, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci bên cezakirin. Îdianame, di 27’ê Tîrmehê de ji aliyê 11’emîn Dadgeya Cezayên Giştî ya Bati a Enqereyê ve hate qebûlkirin.