Zarîfe Ebû Kura ya Fîlîstînî: Jin li hewşa Mescid-i Aksa rastî îşkenceyan tên

Aktîvîsta Fîlîstînî Zarîfa Ebu Kura diyar kir ku di erîşan de jin û zarok tên qetilkirin û got: “Jinên El Halîlê her roj di noqteyên kontrole de li hewşa Mescid-i Aksayê rastî îşkenceyên giran tên.”

RAFIF ESLEEM

Xeza – Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî operasyona 'Bahoza Eqsayê' ya Tûgayên Îzedîn El-Qassam ku baskê çekdarî yê Hamasê li dijî Îsraîlê dest pê kir, ket roja xwe ya 4'emîn. Aktîvîst Zarîfe Ebû Kûra ku me der barê nakokiyên Filistîn-Îsraîl de pê re hevpeyvîn kir, diyar kir ku Şerîda Xezayê heta niha tu carî êrîşeke wiha nedîtibû.

'Sivîl, jin û zarok berdêla êrîşan didin'

Zerîfe Ebû Kura diyar kir ku sivîl, jin û zarokên ku di êrîşên di saetên dereng ên şevê de hatin qetilkirin, berdêla êrîşan dane û got: “Hê gelek cenaze di bin xirbeyan de ne. Ji ber tundî û bênavberiya van êrîşan, hêzên sivîl heta niha nikaribûne cenazeyan bigirin.”

'10 deqe ji bo valakirina wargehê tê dayîn'

Zerîfe Ebû Kura bal kişand ku jin bi taybetî li herêmên sînor, bi hişyariyên ku pêwîstî bi valakirina tevahiya herêmê heye dê demek pir zehmet derbas bikin û wiha berdevam kir: "Piştî hişyariyê, bi gelemperî di dema revê de lerizîn çêdibin. Ew bi taybetî di nav zarokên piçûk de dibe sedema birînên giran. Dayik bêyî zarokên xwe bi tena serê xwe tevnagerin. Tê payîn ku piştî hişyariyê di nava 10 deqeyan de cihwarî bê valakirin. Pêvajoya ku ji ber demeke kurt dibe ku bibe sedema mirina gelek kesan.

'Li herêmên penaberan jin û keç rastî tacîzê tên'

Zerîfe Ebû Kura da zanîn ku ji ber hilweşîna bi temamî riyên sereke yên ku herêmên şerîtê bi hev ve girê didin, tu derfetên veguhestinê nemane û wiha pêde çû:

“Ev rewş êşa jin û kal û pîrên xwedî pêdiviyên taybet zêdetir dike. Di encama bombebaranê de piraniya bircên bilind ên bajêr wêran bûne. Tenê duh di nava saetan de 160 avahî hilweşiyan. Li dibistanan jî tişt ne pir baş in. Hinek jî bi hejmareke mezin ji mûşekan hatin hedefgirtin. Em hîn bûn ku ji ber aloziya li bajarê dorpêçkirî jin û zarokên keç ên li herêmên stargehê rastî gelek tacîzan hatine."

'Cihekî bi ewle ji bo jinan tune ye'

Zerîfe Ebû Kura diyar kir ku li Şerîdaya Xezayê cihekî ewle ji bo jinan tune ye ku xwe lê veşêrin û wiha got: "Ji ber êrîşên balafirên şer û balafirên bêmirov ên cara yekem tên bikaranîn, tu stargehên ku xwe tê de veşêrin tune ne." Zerîfe Ebû Kura da zanîn ku ji ber êrîşan hin navend û saziyên sivîl ên xizmetê ji jinan re dikin wêran bûne û ev tişt anî ziman.

“Ger lêdana bi bombeyên fosforê li ser sivîlan, jin û zarokan berdewam bike di serî de nexweşiyên wek fetisandin di jinên ducanî de  fetal deformite, ketina zarok û astim dibe sedema felaketeke tenduristiyê. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di encama bombebaran û hedefgirtina gelek ambûlansên nexweşan de hin nexweşxane nayên bikaranîn. Dema ku elektrîk bi temamî qut bû, xizmetên lênêrîna giran hatin rawestandin. Hejmara nexweşên li nexweşxaneyan li benda dermankirinê ne zêde bû. Ji ber kêmbûna nivînan hewşa nexweşxaneyê û korîdor ji bo dermankirinê tên bikaranîn."

'Girtiyên jin rastî îşkenceyên giran tên'

Zerîfe Ebû Kura di berdevamiya axaftina xwe de wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gelek gilî ji Neteweyên Yekbûyî re tên şandin. Di demên dawî de jinên Hebronê her roj li nuqteyên kontrolê yên hewşa Mescîda Eqsayê rastî îşkenceyên giran tên.”

'Ji bo rakirina dorpêçê divê mudaxele bê kirin'

Zerîfe Ebû Kura di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku berdewamiya êrîşan tê wateya zêdebûna qurbanî û ziyanên madî û wiha got: “Xrabbûna rewşa aborî dê civakê mexdûr bike û herêm dê ber bi karesateke mirovî ya nû ve biçe.”

 Zerîfe Ebû Kura bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê, ji bo agirbest û rakirina dorpêça li ser Şerîda Xezayê mudaxele bê kirin.