Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê hate girtin

Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan li Amedê di protestoyên komploya 9’’ Cotmehê bi îdeaya ‘Li dijî polîsan li ber xwe daye’ hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan di çalakiya şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, duh li Amedê bi derbkirinê hate binçavkirin. Zekiye Îlbasan, piştî karûbarên îfadeyê ji miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Zekiye Îlbasan a bi îdeaya ‘Li dijî polîs li ber xwe daye’ bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatibû kirin, hate girtin. Zekiye Îlbasan şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.

Ji DBP’ê bertek

DBP têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyanî da û got: “Cîgira Hevserokên me ya Giştî Zekiye Îlbasan duh li Amedê di çalakiya komploya 9’ê Cotmehê de, hate binçavkirin, îro jî hate girtin. Girtina hevala me li dijî çalakiya me ya bi biryar, hewldaneke qirkirina siyasî ye.”