‘Li dijî polîtakayên dagirkeriyê dê hemû çavkanî werin seferberkirin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê salvegera dagirkina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve daxuyaniyek weşand û diyarkir ku rizgarkirina xaka dagirkirî armanca wan a stratejîk e.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê Serêkaniyê û Girê Spî yên ku piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 9’ê Cotmeha 2019’an de hatibûn dagirkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

‘Dewleta Tirk polîtakayên xwe ên qirkirin li ber çavê hemû cîhanê dimeşîne’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser binpêkirinên ku ev 4 sale li Serêkaniyê û Girê Sipî tê jiyan kirin û wiha heta gotin: “Qirkirin û sûcên Ii herêmên dagirkirî pêk tên, sûcên herî hovane ne û binpêkirina herî mezin a pîvan, nirxên exlaqî, wijdanî û hevpeymanên navneteweyî ye. Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya çavên cîhanê tê meşandin. Serêkaniyê û Girê Spî di encama lihevkirinên rêveberiya berê ya Amerîkayê, Erdogan û bêdengiya navneteweyî de hatin dagirkirin. Efrîn jî bi heman rengî bû. Ev dagirkerî, koçberî û êş encama van lihevkirin û siyasetane.”

 ‘Hêza xwe ji bêdengiya navnetewî digre’

Di daxuyaniyê de  bêdengiya civaka navnetewî ya li beramberî sûcên dewleta Tirk hate rexnekirin û wiha hat gotin: “Tirkiye heman siyasetê, êriş û qirkirinê li dijî herêmên me dimeşîne. Ew hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire. Mixabin, sûc û wêraniya ku niha ji aliyê rejîma faşîst ve tê kirin, berdewama wan siyasetên mêtingeriyê ye. Atmosfera siyasî zemînê ji êrişan re çêdike.”

‘Hemû çavkanî wê werin seferberkirin’

Di daxuyaniyê de daxwaza darizandina çete û rayedarên Tirk ji ber sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û wiha hate gotin: “Vebijêrka rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî, vebijêrkeke stratejîk û jênevegere û dê hemû derfetên xwe li hember siyaseta qirkirin û dagirkirinê seferber bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên aktîf ên li Sûriyeyê, NY, rêxistinên hiqûqî, mirovî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê hat kirin ku rewşa herêmên dagirkerî û kiryarên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh nekin.