Bîlançoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran e

Dewleta Tirk ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên berfireh ên hewayî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Di encama van êrîşan de 2 jê zarok 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 cihên ku xizmetê ji gel re dikin nekarin bên bikaranîn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xak û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û balafirên şer 5 roj in bênavber didomin. Di vê heyama pênc rojan de bi sedan êrîş li dijî gel, stasyonên avê û enerjiyê (petrol û ceyran) û avahiyên îdarî hatin kirin. Di encama van êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan cih jî ketin rewşa ku nayên bikaranîn.

Pêvajoya ku piştî çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê li dijî Wezareta Karên Hundir a Tirk, bi gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dest pê kir. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe ya têkildarî çalakiya 1’ê Cotmehê de îdia kir ku çalakger ji Sûriyeyê hatine û diyar kir ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesazî, avahî û tesîsên enerjiyê bikin hedef.

Li ser daxuyaniyên Hakan Fîdan, heman rojê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî jî gotibû, "Yên ku êrîşa Enqereyê pêk anîne, ji herêma me derneketine, Tirkiye ji bo êrîşê li hincetan digere." Piştî van daxuyaniyan dewleta Tirk a dagirker hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir. Di van êrîşan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jê zarok, 36 kes endamên hêzên ewlekariya hundirîn û 8 kes jî sivîl in. Gelek birîndar hene ku di nav de 5 jin li Zirganê li zeviya pembû dixebitin. 5 stasyon, 14 benzînxane, 2 bendav, 3 nexweşxane, 2 stasyonên avê, 2 embarên genim bêkar mane.

Bîlançoya êrîşan a 5 rojan wiha ye:

4’ê Cotmehê

*SÎHA'yê li bajaroka Sefiye ya Hesekê 3 caran bombe li tesîsa hilberîna pêlikan barand. 4 karker birîndar bûn.

5’ê Cotmehê

Til Temir

*Li gundê Tewîla saet di 11.30 de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bombe li qereqola avê barand. Di encama bombebaranê de ziyanên madî rû dan. Di heman demê de balafireke bê mirov a çekdar gundê Rikuba kir hedef û ziyanên madî rû dan.

*Di saet 14.40’an de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker baregeheke QSD’ê ya li nêzî gundê Dirdara kir hedef û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Amûdê

*Tevgera hewayî ya bê mirov a çekdar a dewleta Tirk a dagirker saet 11.00’an gundê Til Hebeşê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan û 2 endam jî birîndar bûn.

*Di saet 15.30’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker santrala ceyranê ya Amûdê bombe kir.

*Dewleta Tirk a dagirker saet di 16.00’an de gundên Bobî, Dabat Ebdullah û Mişêrfê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.

Qamişlo

*Dewleta Tirk a dagirker saet di 14.30’an de bi pêgereke hewayî ya bê mirov a çekdar santrala elektrîkê ya Qamişlo bombe kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî rû dan.

*Di saet 15.30’an de balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker bombe li depoyê barand û ziyana madî rû da.

*Tevgera hewayî ya bêmirov a çekdar a dewleta Tirk a dagirker înşaetek bombe kir.

*Tevgera hewayî ya bê mirov a çekdar a dewleta Tirk a dagirker kargeha cemedê ya li derdora gundê Girbawî bombe kir.

*Seat 12.30’an gundê Til Xatûn û saet 13.30’an de bajarokê Tirbespiyê ji aliyê pêgerên hewayî yên bê mirov ên çekdar ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Saet 16.30’an stasyona petrolê ya gundê Mizgefê ji aliyê pêgerên hewayî yên bêmirov ve hat bombekirin. Di encama bombebaranê de ziyanên madî rû dan.

*Tevgera hewayî ya bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker saet 16.25’an de herêmeke aborî bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî pêk hatin.

*Destê danê êvarê 4 bîrên petrolê yên li derdora Tirbespiyê ji aliyê balafirên keşfê yên bê mirov ve hatin bombekirin. Di encama bombebaranê de sivîlek şehîd bû. Her wiha zarokek jî di nav de 5 kes birîndar bûn.

*Santralya elektrîkê ya Tirbespiyê hat bombekirin û ji xizmetê derket.

Dêrik

*Li derdora Bendava Çilaxa saet di 10.30’an de pêgereke hewayî ya bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker bombe kir.

*Tevgera hewayî ya bê mirov a çekdar a dewleta Tirk a dagirker saet 13.00’an qereqola El Qewsê bombe kir û ziyana madî rû da.

*Destê danê êvarê gundên Xana Serî û Sêgirka û stasyona elektrîkê ya bajarokê Çilaxa 7 caran ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Her wiha Nexweşxaneya Koronayê ya li gundê Girê Vira jî bû hedefa êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Di encama bombebaranê de 2 xebatkarên nexweşxaneyê birîndar bûn.

*Stralgeha elektrîkê ya Siwêdiyê 8 caran ji aliyê balafirên keşfê yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin û ji xizmetê derket.

Hesekê

*Di saet 08.00’an de balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker kargeheke nêzî gundê Mişêrfê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de karmendek jiyana xwe ji dest da û 3 karmend jî birîndar bûn.

*Di saet 09.30’an de pêgereke hewayî ya bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek kir hedef. Di encama bombebaranê de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn.

*Balafireke hewayî ya bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker saet 11.00’an derdora Kampa Waşûkanî ya ku koçberên Serêkaniyê lê diman bombe kirin. Di encama bombebaranê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn.

Herêma Firatê

*Dewleta Tirk a dagirker saet di 10.45’an de li bajaroka Çelebiyê ya navçeya Eyn Îsa motosîkletek bi SÎHA’yê bombe kir. Di encama bombebaranê de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn.

* Dewleta Tirk a dagirker saet 10.45’an de navçeya Sirînê bi SÎHA’yan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn.

* Baxçeyên sebzeyan ên li nêzî navçeya Sirînê bi SÎHA'yan hatin bombekirin. Di êrîşan de 2 karker  jiyana xwe ji dest dan.

Minbic

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û hawanan gundên Girhiyok, Kokilî, Qertwêran, Mihsinlî, Seyada, Ewn Dadat, Cat, Şêx Yehya û Qereqozaq bombebaran kir. Di encama êrîşan de şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da.

 Efrîn û Şehba

*Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer çeperên hêzên dewleta Şamê ya li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa bombebaran kir. Di êrîşan de 2 leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê birîndar bûn.

*Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Zîwanê yê Şehbayê bombebaran kir.

*Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran herêma Til Rifet a herêma Şehbayê bombebaran kir.

*Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora gundê Meranaz ê navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê û gundên Til Cemal û Uzman ên navçeya Şêrawa bombebaran kir.

*Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Meyase, Gundê Mezin, Kaluta, Soxanekê û Benê yên girêdayî navçeya Şêrawa û gundên Meranaz, Şewarxa û Kiştar ên başûrê Efrînê topbaran kirin.

6’ê cotmehê

Minbic

* Gundên Hemam, Xuxar, Hoşeriye, Ewn Dadat, Dendeniye û Siyade yên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran bombebaran kirin.

*Dewleta Tirk û çeteyên wê piraniya gundên Minbicê yên li bakur û bakur rojavayê sînorê Cerablûsê bombebaran kirin.

Herêma Firatê

* Dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundên bakurê kantona Kobanê û gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî ya dagirkirî bombebaran kirin.

*Gundên Carqilî, Gultepe, Til Şiîr ên li rojavayê Kantona Kobanê û gundên Zormixar, Yukarî Şiyûx û Baxdik ên li rojhilat, her wiha gundê Ehmed Mûnir û Goran ku xala kontrolê ya hêzên hikûmeta Şamê tê de ye, hatin bombebarankirin.

* Li navçeya Eyn Îsa, gundê Mişêrfe, Ebû Netûne û Sakîro, qada geştê ya El Saqir û gundê Tirwaziye yên li rojhilatê navçeyê hatin bombekirin.

*Li rojavayê navçeya Eyn Îsa jî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê hatin bombebarankirin.

*Dewleta Tirk bi çekên giran xwaringeha Seqir û depoya avê ya gundê Fatsa ya dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsa bombebaran kir.

* Li rojava û rojhilatê Eyn Îsayê tankên avê yên li Dibis, Sefawiye, Fatse, Fatse, Fatse, li Miglat, Bîr Kino, Qiz Elî, Zenûbya, Sewalkî, şîrketa Lava, gundên Hoşan, Xalidiye, Cideyde û derî bombebaran kirin.

*Li rojavayê Kobanê gundê Til Şiîr jî hat bombekirin

*Artêşa Tirk bi çekên giran bombe li gundên Goran û Cişan ên Kobanê barand.

Hesekê

* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Tawîle û Guzeliyê yên Til Temir û gundê El Şêx Elî yê Hesekê bi dijwarî topbaran kirin.

*Balafirên şer ên Tirk bi şev jî Çiyayê Kizwanê bombe kirin.

* Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê Til Temirê bombe kirin.

* Dewleta Tirk gundê Şêx Elî yê di navbera Til Temir û Zirganê de, bi çekên giran bombebaran kir.

Efrîn û Şehba

* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ayrilik û Dêr Cemal ên navçeya Şêrawa bombe kirin.

* Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Malikiye yê navçeya Şeraya Kantona Efrînê bombe kirin.

* Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Şêwarka yê navçeya Şera ya Efrînê bombe kirin.

* 4 caran nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê li gundê Aqîba yê Şera bombebaran kirin.

* Li Soxanekê nuqteyeke hêzên Şamê hat bombekirin û 2 leşker birîndar bûn.

Dêrik

*Dewleta Tirk Nexweşxaneya Covîd a gundê Girê Fera yê Dêrikê bombe kir û ji ber wê jî nayê bikaranîn.

* Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 5 caran qereqola Siwêdikê ya ku ceyranê dide herêma Cizîrê bombebaran kir.

* Dewleta Tirk bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar, tesîsa petrolê ya li nêzî Qereqola Siwêdiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya bajarê Dêrikê kir hedef.

Qamişlo

* Qereqola li Taxa Meysenûnê ya ku ceyran dide Kantona Qamişlo dîsa hate hedefgirtin. Di êrîşê de ziyanên madî çêbûn.

* Santrala elektrîkê ya li rojhilatê Tirbespiyê kirin hedef. Piştî ku di êrîşê de santrala elektrîkê ji kar derket.

7’ê Cotmehê

Dêrik

* Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker bîreke petrolê ya li gundê Dugurka yê di navbera Girkê Legê û Dêrikê de bombe kir.

Herêma Firatê

* Dewleta Tirk gundên Ebû Sira, Xalidiyê û Ebû Nîtûn ên Eyn Îsa û Erîda û Zenubiya yên Girê Spî bombebaran kirin.

Efrîn û Şehba

* Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Merenaz û navçeya Şera ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî bombebaran kirin. Di heman demê de gundên Şêx Îsa û Ziwanê yên Şehba jî hatin bombebarankirin.

Hesekê

*Artêşa Tirk bi çekên giran gundê Rebîat ê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê bombebaran kir.

8’ê Cotmehê

Hesekê

*Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Til Hirmil, Esediye û Mişêrfe yên bakurê navçeya Zirgan û Zîgran û Rabîat ên başûrê navçeyê bombebaran kirin.

* Dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundên Til Tawil, Tawîle û Gûzeliyê yên rojavayê navçeya Til Temir û gundê Derdara yê bakurê navçeyê bombebaran kirin.

Efrîn û Şehba

* Dewleta Tirk a dagirker gundên Mezin û Kilûtî yên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bombebaran kir.

* Dewleta Tirk derdora navçeya Til Rifet a Kantona Şehba bombebaran kir.

* Navçeya Til Rifet a herêma Şehba, gundên Şêx Îs, Eyn Deqnê û Bêlûniyê û Balafirgeha Minix hatin bombekirin.

Dêrik

* Dewleta Tirk gundên Gerdemiyê û Eyn Dîwar ên navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo bi topên obusê bombebaran kir.

* Dewleta Tirk noqteya hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Eyn Dîwar ê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo bombe kir.

* Balafirên şer ên dewleta Tirk bîreke petrolê ya li nêzî gundê Beqil Teqil ê navçeya Dêrikê bombe kirin.

Herêma Firatê

* Artêşa Tirk navenda navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bombe kir

* Dewleta Tirk bi çekên giran gundên Til Şiîr û Xurxurî yên rojavayê Kobanê û gundên Xerbîsan û Goran ên li rojhilatê Kobanê bombebaran kirin.

Qamişlo

* Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li qereqolên Ewda û Girdahol ên li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo barandin.

* Gundên Zorava, Til Cehan û Rotan ên navçeyên Tirbespiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.

*Dewleta Tirk gundên Çoldara, Hermî û Şêxo yên rojhilatê navçeya Amûdê bombebaran kir.

Minbic

* Dewleta Tirk gundên Seyade û El Cat ên bakurê Minbicê bombebaran kir.

9’ê Cotmehê

Efrîn û Şehba

*Dewleta Tirk gundên Aqîbê û Meyase yên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bombebaran kir.

*Şevê şevê gundên Eyn Deqnê û Semûqa û gundê Soxaneke yê Şêrawa ya Şehbayê bombebaran kirin.

*Gundên Til Çîçan, Semoqa, Tat Meraş û Kefer Anton ên Şehbayê û gundên Meranaz, Malikiye û Şewarxe yên Şera bi dijwarî hatin bombekirin.

*Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Xirbet Şeale yê Şehbayê bombebaran dike

*Balafireke keşfê ya dewleta Tirk nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Mezin a navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bombe kir.

*Gundê Keştar ê navçeya Şera ya Kantona Efrînê û gundên Zîwan, Kefer Antûn û Şêx Îsa yên Kantona Şehba hatin bombekirin.

*Artêşa Tirk gundên Aqîbe û Ziyare yên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bombebaran kir.

Hesekê

* Dewleta Tirk gundên Bobî, Mişêrfe û Reibat ên Zirganê bombebaran kir. Di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Bişêriyê ya dikeve rojhilatê Zirganê de 5 jinên li zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.

* Dewleta Tirk a dagirker gundên Xalidiyê, Cideydê û Seyda yên Eyn Îsa û gundên Huriye, Ebd Koy û Salokê yên rojavayê kantona Girê Spî û di heman şevê de gundên Xerbîsan, Cîşan ên rojhilat jî hedef girtin. Kobanê û Sêlim, Xurxurî yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê (rojavayê bajêr) û gundên Ziyare hatin bombekirin.

* Gundên Xirbe Şeîr, Til Werd, Dada Ebdal, Xidrawî û Esediye yên başûr û bakurê navçeya Zirganê bi çekên giran bombebaran kirin.

* Dewleta Tirk bombe li gundê Dirdara yê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê barand.

Herêma Firatê

* Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Seyda û Malikiyê yên Eyn Îsa û gundên Saloke, Huriye û Qirunful ên Girê Spî bombebaran dikin.

* Dewleta Tirk gundê Mesturê yê navçeya Eyn Îsa bi obusan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zarokên bi navê Nadiya el Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) jiyana xwe ji dest dan.

*Artêşa Tirk siloya genim a li navenda Eyn Îsa û stasyona avê ya gundê Cidêyda yê rojavayê navçeyê bombebaran kir. Her du navend jî bûne hedefa tankên dagirkeran.

* Dewleta Tirk gundên Girêa û Siwêdiyê yên rojhilatê navçeya Eyn Îsa bi dijwarî bombebaran kir.

10’ê cotmehê

Hesekê

* Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Um El Xêr ê Til Temirê bombebaran kir.