Rewşa herî dawî ya pevçûna Îsraîl-Filistînê

Îsraîl ji behr û hewayê êrişên li ser Xezayê didomîne, hejmara kuştiyan zêde dibe. Herî dawî hat ragihandin ku Deriyê Refahê yê li ser sînorê Misirê ji Xezayê re hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan - Di şer û bomberdûmanên piştî êrîşa Hemasê ya ku di 7’ê Cotmehê de bi navê "Tofana Aksayê" li Şerîda Xezayê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, hejmara kuştiyan girantir dibe. Îsraîl ji behr û hewayê êrişên li ser Xezayê didomîne.

Li gorî nûçeyên herêmê, botên êrîşker ên hêzên deryayî yên Îsraîlê ji behrê ve herêmên navendî yên Şirîda Xezayê li peravên Deryaya Spî û wargehên li peravên bajarê Xan Yûnisê bombebaran dikin. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, bi dehan roket ji botên êrîşê yên Îsraîlê ber bi herêmên peravê yên bajêr ve hatin avêtin. Her wiha êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser Şirîda Gazayê berdewam dikin. Der barê windahiyên canî û malî yên têkildarî êrîşan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Hejmara kesên hatin qetilkirin 700’î derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li ser rûpela xwe ya dawî ya medyaya dîjîtal hejmara kesên ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê û bûyerên Şerîeya Rojava de jiyana xwe ji dest dane nû kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 143 jê zarok û 105 jê jin bûne 704 kes û hejmara birîndaran jî nêzî 4 hezarî ye. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê da bi taybetî ambûlans bûne hedef û hat parvekirin ku Nexweşxaneya Beyt Hanun a Xezayê ji ber êrîşên hewayî ji xizmetê derketiye.

Daxuyaniya Îsraîlê

Di agahiya ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê da, hat îdiakirin ku şeva borî li Xezayê 200 hedefên Hamasê hatin lêxistin. Hêza hewayî ya Îsraîlê (IAF) ragihand ku li herêmên Rimal û Xan Yûnisê li navendeke fermandariyê, depoyeke çekan a li mizgeftekê û maleke ku tê îdiakirin aîdî fermandarekî Hamasê ye, li herêmên Rimal û Xan Yûnisê xistine. Artêşa Îsraîlê jî parve kir ku wan cenazeyên hezar û 500 çekdarên Hamasê dîtine.

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yisrael Katz piştî biryara "bloka tam" a ku Îsraîlê di 9’ê cotmehê da li ser Xezayê girtibû daxuyand ku ava herêma ku nêzî 2 milyon Filistînî lê dijîn qut bûye.

NY: 317 hezar kes penaber bûn

Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNRWA) jî ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve zêdeyî 137 hezar Filistînî li 83 dibistanan li herêmên curbecur ên Şirîda Xezayê bi cih bûne. Her wiha ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Daxuyaniyê her wiha diyar kir ku nîv milyon kes ji alîkariyên xwarinê yên girîng bêpar mane ji ber ku UNRWA neçar maye ku hemû 14 navendên xwe yên belavkirina xwarinê bigire.

'Li dijî hiqûqa navneteweyî ye'

Ji aliyê din ve Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de dibistan û avahiyên Neteweyên Yekbûyî hatine xistin. Voker Turk destnîşan kir ku êrîşên li ser cihên niştecihbûnê bûne sedema windahiyên mezin ên sivîlan, Voker Turk destnîşan kir ku "dorpêçkirin" li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Nahêlin sivîl ji herêmê derkevin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Deriyê Refahê yê li ser sînorê Misrê ku tekane rêya bejahî ya Xezayê bi cîhanê re ye girtiye. Sivîlên ku nahêlin ji herêmê derkevin, cezayê darvekirinê lê tên birîn. Rayedarên Misirê jî diyar kirin ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkariyê yên serbixwe ji bo ku alîkariyê bişînin Xezayê ku di bin dorpêçê de ye, bi rêveberiya Qahîreyê re muzakereyên xwe didomînin. Hat diyarkirin ku ji bo ewlekariya korîdorên însanî bi Îsraîl û DYA’yê re têkilî hatiye danîn.