Li Efganistanê bi pileya 6.3 erd hejiya

Li Rojavayê Efganistanê dûh di derdora saet 05:10’an a herîmî erhejek bi pileya 6.3 çêbû.

Navenda Nûçeyan - Li gorî Servîsa Sîsmolojiyê ya DYE'yê (USGS) 11'ê Cotmehê roja Çarşemê li rojavayê Efganistanê bi mezinahiya 6.3 pileyî erd hejiya. Erdhej bi dema herêmî saet di 05:10'an de bi 29 kîlometreyan li bakurê bajarê Heratê qewimî.

Li Efganistanê erdhej gelek caran rû didin. Lê belê erdheja ku roja Înê qewimî bû erdheja herî kujer a 25 salên dawî. Di vê erdehjê de zêdeyî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di Hezîrana 2022'an de bi pileye 5.9 erd hejiya bû û zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha li eyaleta Paktîka ya li Başûr Rojhilatê welêt bi deh hezaran kes bêmal mabûn.