‘Em ê bi pêşengiya hêzên xwe li hemberî dagirkeriyê bisekinin’

Jinên Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk dan, jinan dan diyarkirin ku dê bi hemû hêzên xwe, axa xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê - Dewleta Tirk ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kir. Ji 4’ê Cotmehê ve heya niha ji wan 2 zarok 46 kes jiyana xwe ji dest dan, cihên xizmetguzariyê yên weke îstasyonê petrol, gaz û enerjî, bendav û depoyên genim jî hadef hatin girtin û ketin rewşeke ku nayên bikaranîn.

Jinên bajarê Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê dan û ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan banga bilindkirina tekoşînê kirin.

‘Dê bi her jinek Kurd re Arîn û Rêvan bibîne’

Ji şêniyên Kobanê Helmiya Osman da diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake û wiha got: “Bi taybetî şoreşa jinan hedef girt. Em ji hêza xwe û îradeya xwe bawer in ji ber vê yekê em ê li hemberî êrîşan bisekinin. Dewleta Tirk sînoran binpê dike û gelek dewlet li hemberî vê binpêkirinê bêdeng mane. Dewleta Tirk bi van planên xwe yên dagirkirinê dixwaze axa xwe berfireh bike lê çiqas hewl bide jî dê planên wê pêk neyên. Her jinek Kurd dê Arîn, Revan, Avesta, Zîlan û bi dehan kesên wek wan in dê wan li hemberî xwe bibîne.”

‘Neterikandina axa xwe teslîmnebûn e’

Helmiya Osman di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê 134 roj li ber ber xwedan dê tekoşîn û berxwedana xwe berdevam bikin û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Ji ber êrîşên ku di vê demên dawî de li ser herêmê pêk hatin, bi sedan sîvîl mexdûr bûn. Dewleta dagirker a Tirk wisa difikire ku bi qetilkirina sîvîlên heremê dê me bitirsîne û teslîm bigre. Îro li ser vê axê jiyan nîşan dide ku em axa xwe bernadin, natirsin û teslîm nabin. Di salvegera komploya navneteweyî de êrîş ne tesaduf e.”

‘Divê jin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin’

Nada Al-Cadir a ku li Kobanê dijî diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî di sala 2023’an de li Cerablûsê bi malbata xwe ve ji cihî xwe bûne û wiha got: “Li Cerablûsê ji ber êrîşan em neçar man malên xwe biterikînin. Ji vê rojê şûn ve em li Kobanê dijîn.” Nada Al-Cadir jî amaje bi vê yekê kir ku dewleta Tirk ji bo cihên nû dagir bike cihên sivîlan dike hedef û wiha pêde çû:

Li Cerablûsê ji bo debara malbat û zarokên xwe bikin me kargeha Al-Dayan a dikeve Başurê bajêr vekir. Lê di nav 2 mehan de ev kargeh du caran hat hedefgirtin. Êrîşa destpêkê di 5’ê Tîrmehê de bû xisarên biçûk çêbûn me sererast kir. Dewleta Tirk tiştekî ji hev cuda nake, sivîlan û malên wan dike hedef. Armanc bi van êrîşan ew e ku aramiya herêmê xera bike. Divê jin bibin yek û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

‘Em ê axa xwe biparêzin’

Bakra Şengal a li Kobanê dijî diyar kir ku armanca dewleta Tirk tirsandina gel û valakirina herêmê ye. Bakra Şengal destnîşan kir ku dewleta Tirk ji îradeya jinan ditirse û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Wek jinên Kobanê peyama me ji Erdogan û hemû cîhanê re ev e: Em ê meşa xwe ya li ser xeta Rêber Apo û bi hêza xwe parastina axa xwe berdewam bikin. Ji derveyî hêza gelê heremê pêwîstiya me bi tu hêzan nîn e.”