Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakvanên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne beriya dewrgirtina çalakiyê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tirmehê de çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 17’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 16’emîn Yusuf Sîdar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hat şermezar kirin û hat diyar kirin ku êrişên li ser xaka Kurdistanê tê pêkanîn dervey exlaqê mirovahiyê ye û tu caran nayê qebûl kirin.

‘Bêdengî erêkirin e’

Di daxuyaniyê de bal li ser bêdengiya navnetewî ya li dijî êrişan hat kişandin û wiha hat gotin: “Li ber çavên hêzên koalîsyonê, hem hêzên navdewletî yên ku bi caran spasî ji hêzên Rojava re kirin ku li beramberî çeteyên hov şerkirin û bi serbilindî civakê ji wê hovitiyê rizgar kirin, êrişekî hovane li ser gelê Rojava tê meşandin. Ew bê helwestî û bêdengiya wan mirov nikare ji van êrişan qut bigre dest. Bêdengî û bêhelwestiya wan vekirî xuya dibe ku ev erê kirina wane. Ji ber wê çendê em van êrişên hovane yên ku li ser tevahî destkeftiyên Kurd, Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Başûrê Kurdistanê tên meşandin şermezar dikin.”

Di berdewamiya axaftinê de hat diyar kirin ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gel û xaka Kurdistanê mezin bike, wê li beramberî wê tu caran êriş bi encam nebin û wê serkeftin ya gelê Kurd be.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.