Li dijî êrişan di asta navnetewî de kampanyaya îmzeyan

Di asta navneteweyî de li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

îmzeyan hate destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de kampanya îmzeyan bi pêşengiya 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hate destpêkirin û ji gelek welatan rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk hevkariyê dikin.

Kampanya bi dirûşma ‘Banga lezgîn a çalakiyê; Li ber şerê li dijî mirovahiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabe' di 7'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê metnên bi zimanên Îngilîzî, Spanî û Portekîzî hatin amadekirin. Di metna kampanyayê de bang li hêz û saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber êrîşan rabin û bi lez gavê biavêjin.

Di çarçoveya îmzeyên kolektîf ên li kampanyayê de 34 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên li welatên Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYE, Elmanya, Îngilistan û Iraqê tevlî bûn. Îmzeyên şexsî jî zêde dibin.

Li gorî agahiyên ji 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hatine girtin, dema bidawîbûna kampanyayê nehatiye diyarkirin.

Îmzeyên bêne komkirin wê piştre ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên din ên navneteweyî re werin şandin.