Zanîngeha Rojava piştgirî da xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê êrîş û jehrîkirina xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin.

Qamişlo- Îro li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgiriya xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi êrîş û jehrîkirinê re rû bi rû dimînin, di heman demê de ji bo diyarkirina helwesta xwe ya li dijî van kiryarên hovane, bi amadebûna dehan ji xwendekarên zanîngehê, Meclisa Xwendekaran a Zangîngeha Rojava daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Selwa Ebûd ve hat xwendin.

‘Rola xwendekarên jin di pêşengiyê de diyarker bû’

Selwa Ebûd di daxuyaniyê de bal kişand ser rola xwendekarên jin a girîng di serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê de û wiha got: “Serhildana “Jin jiyan azadî” ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû şeş mehên xwe xelas kirin û ket meha heftan. Di vê serhildanê de rola xwendekaran pir berbiçav bû, di asta pêşengiyê de bû. Bi taybetî jî rola xwendekarên jin di pêşengiyê de diyarker bû. Ew kirasê reş û teng ku her kêlekî wê ji aliyê rejîma zilimkar a Îranê ve ji zordestî û zilmê hatibû dirûtin, bi pêşengiya jinên ciwan ji aliyê civakê ve yek bi yek têne qetandin. Ev tirs û xofekê dixe nava dilê rejîma zilimkar a Îranê de ku dixwaze rejîma xwe mayînde bike. Ji bo vê jî êrîşên hovane pilan dike û pêk tîne.”

‘Zêdetirî 7 hezar xwendekar hatine jehrîkirin’

Selwa Ebûd di daxuyaniyê de eşkere kir ku zêdetirî 7 hezar xwendekar hatine jehrîkirin ku 4 ji wan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Rejîma Îranê 44 sal in ku girtin, kuştin û îdamê kiriye şêwazê parastina rejîma xwe, di demên dawî de jehrîkirana xwendekarên keç jî lê zêde kiriye. Bêguman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefeke ji rêzê û tesadufî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê wekî Sinê, Mahabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îranê de jî Tehran, Qûm, Îsfehan, Kerej û Şîrazê de xwendekarên 170 dibistanan rastî êrîşên gazên kîmyewî hatine, zêdetirî 7000 xwendekar hatine jehrîkirin û ji nava wan jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de hin jê xwendekarên zanîngehan in lê piranî dibistanên navîn û amadehî ne.”

‘Rejîma Îranê nikare bahoza guhertin û azadiyê asteng bike’

Selwa Ebûd di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rejîma Îranê ya faşîst nikare bahoza guhertin û azadiyê asteng bike û wiha pê de çû: “Ev êrîş li hemberî wan xwendekarên jin ku êdî dîwarê tirsê hilweşandine û guhertineke demokratîk dixwazin, çêdibe. Lê ev êrîş û çewisandinên rejîmê wê nikaribe bahoza guhertin û azadiyê asteng bike. Ev bahoza azadiyê koka xwe ji tevgerên ciwanên şoreşger ên 68’an digre û niha li hemû çiya, deşt û bajarên Kurdistanê digere. Em dixwazin bînin bîra her kesê ku ji nava van ciwanên şoreşger tevgereke mîna Tevgera Azadiya Kurd derket û niha pêşengiya hemû kom û gelên bindest ên Rojhilata Navîn dike. Rêberê vê tevgerê, Rêber Apo ye ku felsefeya azadiya civakê bi “Jin jiyan azadî” formûle kir. Niha ev felsefe bûye dirûşmeya sereke ya vê serhildanê. Navenda ciwanên şoreşger ên 68’an li Ewrûpayê bû, lê êdî bi şoreşa Rojava û Rojhilat re navenda ciwanên şoreşger li Rojhilata Navîn e û ala pêşengiyê jî di destên ciwanên Rojhilat û Îranê de ye. Ev pêla azadiya jin û gelan ku em wekî “Jin jiyan azadî” formûle dikin, li Bakur şewq da, li Rojava û niha li Rojhilat wê bigihêje lûtkeyê.”

‘Hûn ne bi tenê ne’

Selwa Ebûd di daxuyaniyê de teqez kir ku xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne bi tenê ne û dê piştgiriya wan bikin û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê em dibêjin ciwan û xwendekarên jin ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne bi tenê ne. Em wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava bi her awayî di nava piştgiriyê de ne. Em bang li hemû ciwan û xwendekarên şoreşger ên cîhanê dikin; dilê şoreşa azadiyê niha li Rojhilat û Îranê lê dikeve. Werin em bi hev re torên piştgiriyê bi ciwan û xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ava bikin. Rejîmên dîktator û hegemonîk wê bi riya piştgiriyên şoreşgerî hilweşin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.