Nobeta Edaletê di roja 722’an de ye
Malbata Şenyar a ev 722 roje Nobeta Edaletê didomîne û Peyama; ‘Rojên ku dozgerên rast, edaleta rast pêkbîne nêz e’ dan.
Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, têkoşîan wan ya edaletê berdevam dike.
Malbata Şenyaşar di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 722’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate daliqandin.
‘Rojên ku dozgerên rast, edaleta rast pêkbîne nêz e’
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev parvekirin kir û wiha gotin: “Rojên ku dozgerên rast, edaleta rast pêkbîne nêz e. Dema kesên xwe bi ser mirovan re dibînin çûn, wê demê dê dozger û serdozger jî ji deriyê edliyeyê bikevin hundir. Têkoşîna me ya heqîqetê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 722’yan de berdewam dike.”