Li Teksasê li sê jinan doza ‘hebê kurtajê’ hat vekirin

Piştî biryara Roe-Wade ya mafê kurtajê li ABD’ê hatî garantîkirin û piştra hat hilweşandin, li Teksasê doza yekem ya kurtajê hate vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Teksas ya ABD ku lê kurtaj hatiye qedexekirinin, merekê der barê jina ku berê pêre zewîcî bû de bi hêceta ku hebên kurtajê jêre peyda kirine doz li sê jinan vekir. Doz piştî ku dadegeha bilind ya ABD mafê kurtajî li seranserî welat weke mafekê xist di bin garantiye de, piştî hilweşandina biryara di sala 1973’an de ya Roe-Wade derket.

Mêrê bi navê Marcus Silva serî li dadgehê dayî xwest ku sê jinên ku di Tîrmeha 2022’an de alîkarî daye jina ku berê pê re zewîcî bû, jêre hebên kurtajê peyda kirine û ji her jinek wan 1 milyon dolar tazmînat dixwaze. Ev doz piştî hilweşnadina biryara Roe-Wade ku di eyalete de guherînên der barê kurtajê de derketî holê, derket. Di dozê de di Sibata 2023’an de jina ku kesê gilî kirî berdaye cihê xwe di dozê de negirt. Dema ku zagonên eyalete hat hişyarkirin tu berpirsyartiya cezayî nayê dîtin. Danaşîna yekem ya dozê wê di 8’ê Hezîranê de were dîtin.

Çi bûbû?

Dadgeha bilind ya ABD biryara Roe-Wade ku di sala 1973’an li seranserî welat mafê kurtajê weke destûre bingehîn xistî garantiye de, di 24’ê Hezîrana 2022’an de hatibû hilweşandin. Bi vê biryarê re ji mafê destura bingehîn derdikeve û qanûnên diderbarê vê mijarê de tê dayîna  insyatîfên eyaletan.

Piştî hilweşandin biryara Roe-Wade  piranî li Başûrê ABD li 13 eyaletan kurtaj bi temamî hat qedexe kirin. Ji van eyaletên ABD Idaho, Başûrê  Dakota, Wisconsin, Teksas, Oklahoma, Missouri, Arkansas, Louisiana, Tennessee, Mississippi, Kentucky, Alabama ûRojavayê Virginia'ya ye. Xwe gihadina mafê kurtajê di eyaleta Georgia dû canî di 6 heftiyên destpêkê de tê bidawî kirin. Li Utah, Arizona, bakurê Carolina ve Florida ji 15 heta 18,20 heftiyan hatiye sînordarkirin.