'Newroz ne pîrozbahî, dê bi atmosferekê serhildanê derbas bibe'

Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Parêzer Gulîstan Ataş, têkildarî Newroza îsal a ku dê li 43 navendan bên pîrozkirin axivî û wiha got: “Newroza îsal dê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin. Em ê bi hêrsa xwe li qadan bin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Çalakiyên Newrozê yên ku dê bi dirûşma "Her roj Newroz, her dem azadî" bên lidarxistin, dê îsal li 43 navendan bê pîrozkirin. Amedekariyên Newroza ku ji ber karaseta erdhejên di 6’ê Sibatê de pêk hat, li gorî salên borî dê ne pîrozbahî bi atmosferekê serhildan û şînê pêkwere, dewam dikin. Fînala Newrozê ya ku dê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, di 21'ê Adarê de li sê navendan bê lidarxistin. Tê payîn ku bi milyonan kes beşdarî Newroza Amedê ku yek ji wan navendane bibin.

Ji Komîteya Amadekar a Newrozê parêzer Gulîstan Ataş ku me der barê Newroza 21'ê Adarê li Parka Newrozê de axivîn, peyama dê qadên Newrozê bi serhildan û hevgirtinê tije bibe da. Gulîstan Ataş, diyar kir ku Newroz xwedî pêvajoyeke dîrokî ye û ev pêvajo bi sedsalan e berdewam dike û wiha got: “Ji ber paşeroja dîrokî ya Newrozê ruhê îsyan û berxwedanê holê ye. Em mirovan vedixwînin qada Newrozê ku berxwedan û îsyanek jî nîşan bidin. Wek me got, ne wek pîrozbahî dê bibe Newrozeke ku di nava atmosfereke berxwedan û serhildanê de derbas bibe. Em dikarin bibêjin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya erdhejê de di bin xirbeyan de ma. Ya ku vê yekê dibêjin ne em tenê ne, hemû mexdurên erdhejê vê rewşê dîtin û dizanin.”

'Newroz dê diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin'

Gulîstan Ataş, diyar kir ku ji ber erdhejê dê di Newrozê de hevgirtin û hêrs binîn ser ziman û wiha axivî: “Deklerasyona me ya Newroza îsal hat weşandin. Piştî erdheja 6’ê Sibatê li gelek parêzgehan hêrs û êş li holê ye. Hemû kes ev êş û komkujiya gel jiyan kir dît. Li hemberî van êşan Newroza îsal dê di nava şahî û cejnê de derbas nebe. Ev Newroz dê Newrozek diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin be. Emê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li qada Newrozê li hev bicivîn.”

'Nepekanîna kontrolan sûcdarê rast nîşanî me dide’

Gulîstan Ataş, bi gotina "Dewlet di refê de ma” bal kişand ser îhmalên di erdhejê de pêkhatin û diyar kir ku di hilbijartinên nêz de hêrsa gel dê derkeve holê. Gulîstan Ataş, anî ziman ku rayedaran di vê pêvajoyê de berpirsyariyên pêwîst bi cih neanîn û seferberiya gel birînên li qadên erdhejê pêçand û herî dawî wiha axivî: “Li pêşiya me hilbijartina guhertina rejîmê heye. Em pir bawer in ku hêza îktidara heyî dê biguhere, ji ber ku dewlet di vê pêvajoyê de di refê de ma. Dibe ku karasetên xwezayî çêbinin, lê divê bê pirsîn, “Tedbîrên dewletan li hember karasetên xwezayî çi ne?” Zarok jî dizanin ku Tirkiye li ser xeta fayê ye, lê dewlet ne di berpirsyariya vê rewşê de ye. Ji ber ku di avakirina van avahiyan de tu tedbîr nehatin girtin, sûcdarê herî mezin dewlet bi xwe ye. Pergalek ku ji pergala renterê tê pêşkêş kirin heye. Nepekanîna kontrolkirina vê yekê sûcdarê sereke nîşan dide. Civak û gelên li herêma erdhejê dijîn jî di ferqa vê yekê de ne. Ne dewlet, gel bi xwe seferber bûn û çûn parêzgehên erdhejê. Dê gel hem di qada Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bersiva vê yekê bide. Hikûmet dê di vê hilbijartinê de here sergoya dîrokê. "