Dê tevahiya meha Adarê pirtûkên nivîskarên jin werin xwendin
Di çarçoveya çalakiyên ku Buroya Wêneyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li dar bixe, pirtûkên nivîskarên jin dê werin xwendin.
LEYLA MUHEMMED
Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî berdewam dikin. Buroya Wêjeyê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de dê i tevahiya meha Adarê atolyeyên ku pirtûkên jinan bên xwendin û nîqaşkirin li dar bixe.
Berdevka Buroya Wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Afdakî têkildarî atolyeyên ku dê bên lidarxistin agahî da, diyar kir ku wan biryar daye di meha Adarê de ku rastî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê, tenê pirtûkên jinan û nivîskarên jin bixwînin. Nerîman Afdakî wiha got: "Ji bo di rûniştinên me yên mehane de werin xwendin û nîqaşkirin 3 pirtûk hatin diyarkirin. Ev pirtûk û weşan aydê nivîskar û helbestvanên Sûriyeyê ne. Ji ber ku em li gorî niştecihan helbestvan an jî nivîskaran tevdigerin dê ev rûniştin, li bajarê Kobanê û hinek deverên Cizîrê bên pêkanîn.”
Nerîman Afdakî diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî werêkiyê jî dide nivîskarên jin û wiha axivî: “Berî her tiştî divê em weke jin bi xwe bawer bin. Peyama min ji jinan re ew e ku ji xwe bawer bin ji ber ku jin jêhatî ne û hûn dikarin her tiştî bikin."
Di çalakiyê de dê pirtûkên Buşra Alî ya bi navê “Jina Kurd ji ku derê heta ku derê”, Nerîman Afdakî “Berberoj” û ya Zylan Hamo jî “Çîrok wiha nayên vegotin” werin xwendin.