Der barê Semra Guzel de îdeanameyek nû
Der barê Parlementera HDP’Ê ya Amedê Semra Guzel de bi ideaya ‘Di belgeyan de sextekarî’ îdeanmeyak nû hate amade kirin.
Stembol- Parlementera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Semra Guzel di çarçoveya lêpirsîna ku di sala 2017’an de hinek wêneyên wê di ragihandinê de hatî weşandin û piştre parêzertiya wê hatî rakirin, di 3’ê Îlonê de hatibû girtin.
Der barê Semra Guzel de bi ideaya di belgeyên fermî de sextekarî ji 3 salan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê îdeanameyek nû hate amadekirin. Di îdeanameyê de dema ku Semra Guzel hatî binçavkirin, ew nasnameya ku li gel weke hêcet hate dîtin, cih hat dayina îdeayên ku di belegeyên fermî de sextekarî û di çarçoveya xebatên rêxistinên qedexe.
Biryara bêraye
Dadgeha cezayê giran ya 23 a Stenbolê ku îdename pejirandî, di dozê de dadgeha cezayê giran ya Enqerê bi raye bû, biryara bêraye da. Daxwaz hat kirin ku dosya rêkin dadgeha cezayê giran a Enqereyê.