Ne qeza kuştin e: 4 karkerê demsalî li Kirmanşahê jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Kirmanşahê ji ber xemsariyê 2 ji wan jin 4 karkerên demsalî ketin hewza avdanê û jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Kirmanşahê a dikeve başûrê rojhilatê Îranê, 12’ê Adarê, 2 ji wan jin, 4 karkerên demsalî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest dan û ketin gola avdanê.

Cenazeyên karkerên ku ji ber sinorên hewza avdanê ya li ser erdên çandiniyê dişemitî ketin avê, ji aliyê karkerên din ve ji avê hatin derxistin.

Karkerên demsalî xwedî sîgorteya tenduristiyê û kar nînin.