'Pêwîstiya me bi rêveberên jin yê mafê mirovan diparêzin heye'

Akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn a ku li Fîlîstînê di pozîsyonên rêveberiyê de kêmbûna jinan rexne dike, çareseriya pirsgirêkan di zêdebûna hejmara rêveberên jin ên ku mafên mirovan diparêzin dibîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Li Filistînê tevlêbûna jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de yan jî hebûna wan a di pozîsyonên rêveberiyê de gelekî kêm e. Lêkolîner û akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn diyar kir ku zêdebûna hejmara jinan di van pozîsyonan de dê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan bi taybet tundiya li ser jinê bibe destpêkek girîng û destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi rêveberên femînîst ên ku mafên mirovan diparêzin hene.

Lêkolîner û akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn sedema netêrkêrbûna jinan ya di pozîsyomên de wiha eşkere dike: “Çanda baviksalarî ya bi giştî di civakên erebî de wek mîras tê girtin, statûya mêran bilind dike û jinan tevî girîngî û destkeftiyên wan bi zêdebûnê re sînordar dike. Çima em jinan di pîşeyên wekî dozger û dadger de nabînin? Ji ber ku zihniyeta mêr baweriya xwe bi jinan nayne. Difikire ku ji ber hestên xwe yên dayiktî biryarên hestiyarî bidin.”

'Jin bêhtir çareserîker nêzî pirsgirêkan dibin'

Samîa Al-Ghusseîn balkişand ku nêzîkatiya jinan a li pirsgirêk û bûyerên civakê bêhtir çareserîker e û bi van gotinan balkişand li ser netêrkêrbûna hevgirtin û piştgiriyê ya di warê jinan de: "Jin di rastiyê de gelek mafan bi dest xistin, lê ev maf ne li ser zemîna qanûnî û ne jî di civakê de nayên bicihanîn. Jin perwerdeya gelek tişt dibînin û fêr dibin, lê ji ber ku bawerî bi jinan nayne, kar ji wan re nayê dayîn."

'Divê jin ji xwe bawer bin'

Samîa Al-Ghusseîn bi bîr xist ku ji bo jinek li Xezayê dadwerî zehmet e, nikare bibe endama Meclisa Yasaye û nikare bi îradeya xwe biryara zewacê bide û got ku di warê jinên beşdarê jiyana kar dibîn de jî gelek astengî hene. Samîa Al-Ghusseîn diyar kir ku divê jin beriya her tiştî bi bawerkirina xwe dest bi jiyanê bikin û di vî warî de rêxistinên jinan bên xurtkirin.