Fîlîz a ku li nexweşxaneyê hat gotin tiştekî te nîne jiyana xwe ji dest da

Filiz Diayp Miçoogullari ya ku di dema erdhejê de ji xirabeya mala xwe ya navçeya Samandagê hat rizgarkirin, li nexweşxaneya hat rakirin û bi gotina tu tiştekî te nîne şandin. Fîlîz piştre di encama teqîna gurçikên xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hatay- Piştî erdhejên navenda wan Mereşe yek ji cihên ku hilweşandin pir zêdeye navçeya Samandag a Hatayê bû. Tevî ku zêdeyî mehekê li ser erdhejê derbas bû jî xebatên rakirina xirabeyan hê jî dewam dike. Malbatên ku nikarin xwe bigihînin konan jî di serayên şînkayî de dimînin. Li bajarê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, her hilweşîn vediguhere çîrokekê. Yek ji van çîrokan jî aîde Fîlîz Diayp Miçoogulları a ku di roja duyemîn a erdhejê de bi hewldana malbata xwe ji xirabeya mala xwe ya hilweşiya hat rizgarkirin, li nexweşxaneya hat rakirin li ser piyan hat dermankirim û piştre jî jiyana xwe ji dest da.

Avahiya ku Fîlîz Diayp Miçoogullari û hevjinê wê Yusuf Miçoogullari yên li navçeya Samandagi mamostene dijîn, bi gotina hevalên wê di erdheja şeva 6’ê Sibatê de serûbin bû. Di erdhejê de Yusuf Miçoogullari jiyana xwe ji dest da, Filiz jî di roja duyemîn a erdhejê de birîndar hat derxistin. Malbat û hevalên Filiz bertek nîşanî xemsariya mezin a mirina wê dîdin.

Li ser piyan derman kirine û şandin

Hevala Fîlîz ku me pê re hevdîtin kir balkişand ku gel bi hewldanên xwe xizmên xwe ji binê xirbeyan derxistine û yên sax hatine rizgarkirin jî ji ber xemsariya nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û bi van gotinan tiştên hat jiyîn vegot:

“Fîlîz û Yusuf hevalên me yên mamoste ne. Mala ku roja erdhejê lê diman serûbin bû. Awayê hilweşina xanî jî xirab e, ban û binê xanî cih diguhere, avahî serûbin dibe. Dema erdhej  çêbe hevala me Fîlîz di roja duyemîn a erdhejê de ji aliyê malbatê ve bi saxî ji bin xirbeyan hat derxistin. Malbata wê Fîlîzê radikin nexweşxaneya dewletê, lê ji ber erdhejê li nexweşxaneyê eleqeyek tam nîne. Li ser piyan li Fîlîzê dinêrin û bi gotina tiştekî te nîne dişînin malê. Dibêjin reşa xwînjêçûna hundir nehatiye jiyîn.

Gurçikên wê teqiyan e

Piştre dema Filîz bi malbata xwe re diçe malê, xwînjêçûnek çêdibe. Hevala me destpêke difikire ku ev xwînjêçûn regl e, lê dema difikire ku tu eleqeya wê bi regl re nîne radibin diçin nexweşxaneyê. Ji bo çûyîna nexweşxaneya lêkolînê rê dikevin, lê vê demê ji ber gotinên tsunamî belav dibin trafîk tê girtin. Dûrahiya 1 saetê dibe 5 saetan. Fîlîz beriya ku demek kêm bimîne bigihin nexweşxaneyê di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dide. Dema digihîjin nexweşxaneyê dibînin ku di encama testê de gurçikên Fîlîz teqiyane.

Em van rojan ji bîr nakin

Mirovan bi neynûkên xwe kolan û hezkiriyên xwe derxistin. Amûrên kar yên ku divê di rojên ewil ên erdhejê de bihatana, piştî rojan ji bo berhevkirina xirbeyan hatin. Mirovên li vir bi vekirî terkî mirinê kirin. Dê ev gel ti carî vê yekê ji bîr neke.”