Xwişka Gultan Kuşanak jiyana xwe ji dest da

Xwişka siyasetmedara kurd Gultan Kişanak, Zeynep Ozer a tedawiya gurçikan didît jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Xwişka siyasetmedara kurd, hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak a niha di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin, Zeynep Ozer li nexweşxenaya Park Medical a Xarpêtê tedawiya gurçikan didît, jiyana xwe ji dest da.

 Dûh Gultan Kişanak di Doza Kobanê de ji bo nexweşiya xwişka xwe xwestibû mazeretê ji dadgehê re ragihîne lê belê serokê dadgehê mikrofon girtibû. Piştre jî Pergala Deng û Dîmenb (SEGBÎS) hat girtin.

Her wiha parêzerên Gultanê ji bo tevlîbûna cenaze serlêdan kirin. Hat zanîn wê Zeyneb Ozer li Gundê Sunê yê Xarpêtê bê veşartin.