Ji Reqayê heya Efganistanê jin bûn yek dil: Yekîtî divê

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo ya ku tevlî foruma bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” hat destpêkirin bû, derbarê forumê de axivî. Rihan Loqo got, êşa jineke êşa me hemû ye, serkeftina jinêke serkeftina me hemû ye.”

Reqa – Piştî kampanyaya KJK a bi navê ”Li dijî êrîşên hegemon ên mêr em li ba jinên Afgan û Şengalê ne” hat destpêkirin jinên Şengal, Afganistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gelek deverên cîhanê piştgiriyek mezin derket pêş.

Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di çarçoveya kampanyaya ku hatiye despêkirin de bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” li hola Zanîngeha Şerq a li Reqayê Foruma bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad biafirînin” lidar xistin. Nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Kongra Star, Yekitiya Jinên Êzidî, Jineolojî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên jinan ên partiyên siyasî, Meclisa Jinên Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl beşdarî forumê bûn. 

Di foruma ku ji 4 mijaran pêk hat de li ser asta cîhanê qirkirina jinan bû, li Rojhilata Navîn qirkirina jinan, qirkirin û berxwedana jinên Êzidî, rêxistin û tevgerên jinan li hemberî tevahî binpêkirinên li dijî jinan têne kirin hatin nîqaşkirin. Forum duh bi encamnameyekî bi dawî bû.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo a ku tevlî forumê bû ji ajansa me re axivî. Rihan Loqo ya got “Di sedsala 21’emîn  de hovitiyek pir mezin li ser gelê Şengalê pêk hat û bi destê Talîbanê jî nasnameya jin tê tûnekirin” anî ziman ku ji bo bilindkirina têkoşînê di forumê de nîqaşên pir girîng hatine meşandin.

‘Êşa her jinek êşa me ye’

Rihan Loqo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi armanca piştgirî û alîkariya jinên Şengal û Afganistanê bi rêxistin û tevgerên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî formê bûne û wiha gotinnê xwe domand: “Tê zanîn ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser gelê Şengalê komkujî pêk hat. Armanca vê  komkujiyê çanda Êzîdî ji holê rakirin bû. Di sedsala 21’emîn  de hovitiyek pir mezin li Şengalê pêk hat, bi hezaran jin destdirêjî kirin, bi hezaran jin zarok, jin revandin, li bazaran firotin.”

Rihan Loqo di berdevamiya axaftina xwe de behsa kiryarên Talîbanê a li ser jinên Afgan kir û wiha pê de çû: “Di 15’ê Tebaxa  2021’an Amerîka xwe ji Afganistanê wekişand û Talîban rêveberiya welat desteser kir. Bi hatina Talîbanê re zextên li ser jinan gihîşt asta herî jor. Talîban hemî qadên jiyanî, civakî, siyasî ji jinan re qedexe kiriye. Ji ber vê yekê kampanyaya KJK a bi navê “Li dijî êrîşên hegemon ên mêr em li ba jinên Afgan û Şengalê ne” da destpêkirin em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî didin. Ji ber em dibêjin êşa jineke êşa me hemû ye, serkeftina jinêke serkeftina me hemû ye.”

DAIŞ, Talîban û dewleta Tirk eynî ne: Têkoşîna hevpar divê

Rihan Loqo di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser têkoşîna hevpar a jinan û wiha got: “Ser vê esasê  tekoşîna me li hember hişmendiya baviksalarî hîn bêhtir xurt be û feraseta mêr a ku xwe li ser jin û gelan ferz dike têbikoşin. Ji bo vê jî di heman salvegeran de me xwest em bibin denge jinên Şengal û Afganîstanê. Aniha li heremên Bakur û Rojhilatê Suruyeyê jî dewleta Tirk li ser gel, jin, zarokan qetliaman dide meşandin ji ber hişmendiya DAIŞ, Talîban û dewleta Tirk eynî ye. Em hatine vir li hember hemû êrîşên li ser jinan şermezar bikin û asta tekoşîn û xebatê xwe hîn bêhtir di nava yekîtiyê de xurt bikin û erka dikeve ser mile me pêk bînin. Her çiqas erîş û tundiya li ser jin berdevam bike jî wek tevgerên jin em ê xwe rêxistin bikin û li beramberî hişmendiya mêr bin.”