Li Silêmanî jinek hate qetilkirin

Li bajarê Silêmanî jinek bi amêra birinê hate birindarkirin, piştî gihandin nexweşxaneyê ji ber giraniya birina xwe jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe ji ber tewanbar nayên cezakirin qetilkirina  jinan zêde dibe.  Şeva 6’ê Tebaxê li bajarokê Rizgarî ya Germiyan jinek ciwan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.

Îro jî di saetên piştî nîvro de li taxa Huner ya bajarê Silêmanî jinek bi amêra birînê hate birindarkirin, piştî gihandin nexweşxaneyê, ji ber giraniya birina xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan jina ku hatî qetilkirin 23 saliye û heta niha hurguliyên bûyerê nehatiye zanîn. Polîsan di nava malê de dest bi lêkolînê kirine.