Li Sûdanê: Zêdetirî 4 mîlyon koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Sûdana ku pevçûn lê didomin zêdeyî 4 milyon kes bi darê zorê koçber bûne û piraniya wan ji 5 salî kêmtir gelek kes ji ber nexweşiya sorik û kêmxwarinê mirine.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de ku 15’ê Nîsanê dest pê kiribûn li Sûdanê berdewam dikin. Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) William Spindler di civîna çapemeniyê heftane ya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî der barê Sûdanê de nirxandinan kir.

'Zêdetirî 4 mîlyon mirov bi darê zorê hatin koçberkirin'

William Spindler diyar kir ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve zêdetirî 4 milyon kes li Sûdanê bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne û got ku ji xalên derbasbûna sînor û navendên veguhestina navxweyî jî di nav de ew ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê li seranserê Sûdanê bi fikar in. William Spindler da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 700 hezar kes reviyane welatên cîran û 195 hezar kes jî neçar mane vegerin welatê xwe.

'Pêdivîyeke mezin bi alîkariyên mirovî heye'

William Spindler bal kişand ser wê yekê ku hewcedariya Sûdanê ji çavkaniyên alîkariyên mirovî zêdetir heye, nebûna derman, personel û pêdiviyên bingehîn li dewleta Nîlê Spî rê li ber xizmetên tenduristî û xwarinê li 10 kampên penaberan digire.

ji ber kêmxwarinê piraniya wan pitik zêdetirî 300 mirin

William Spindler destnîşan kir ku karûbarên tenduristiya derûnî û piştevaniya derûnî hema hema tune ne û gelek malbat bi hefteyan bi xwarin û dermanên pir hindik li ser tevgerê ne, ku ev rêjeyên kêmxwarinê, serhildan û mirinên têkildar zêde dike. William Spindler wiha got: "Ji 15'ê Gulanê heta 17'ê Tîrmehê ji ber nexweşiya sorik û kêmxwarinê zêdeyî 300 kes mirin, ku piraniya wan di bin 5 salî de ne,. Ger ku fînansekirina bernameyên tenduristiyê yên jiyanê bi derengî bidome, dibe ku ev hejmar zêde bibin."

Tê payîn ku bûyerên kolera û tayê zêde bibin

William Spîndler bi bîr xist ku ji destpêka şer û vir ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kêmbûna personelên tenduristiyê û êrîşên li ser navendên tenduristiyê radigihîne û diyar kir ku ev rewş bandoreke neyînî li ser kalîteya xizmetên tenduristiyê yên li welêt dike û wiha gotinê xwe berdevam dike:"Di mehên pêş de ji ber lehiya baranên domdar û kêmasiyên paqijiyê yên li Sûdanê, di mehên pêş de zêdetir bûyerên kolera û tayê tê payîn."

William Spindler destnîşan kir ku ji bo piştgiriya xizmetên tenduristiyê û alîkariyên din ên girîng bêtir fon hewce ne û got ku ji 566 milyon plana bersivdayina penaberan a herêmî ya ku ji hêla UNHCR û hevkarên wê ve ji bo alîkariya welatên cîranên Sûdanê hatî destpêkirin tenê ji sedî 29 hat fînanse kirin.