‘Hemû projeyên ku ziyanê didin mirov û xwezayê rawestînin’

Şêniyên Îkîzkoyê ku li dijî qetilkirina xwezayê û daristanên Akbelena Muglayê têkoşîna xwe didomînin, beriya rûniştana taybet a li meclisê hatin Enqereyê û gotin: “Hemû projeyên ku ziyanê didin mirov û xwezayê rawestînin.”

Enqere- Daristana Akbelenê ku li navçeya Îkîzkoya Mîlasa Muglayê ye, şîrketa Lîmak û şîrketa IC ji qada madena Enerjiya YK berfireh bikin dest bi qetilkirina xwezayê kirin li dijî qetilkirina xwezayê têkoşîna şêniyên navçeya Îkîzkoyê û parêzvanên jiyanê di roja 16’an de berdewam dike.

Şêniyên Îkîzkoy û parêzvanên jiyanê li Enqereyê ne

Beriya rûniştina awarte ya TBMM, Îkîzkoyî û parêzvanên jiyanê, hatin Enqereyê ji aliyê rêxistinên kedê û siyasetmedaran ve hatin pêşwazîkirin. Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Tirkiyeyê Nûnertiya Herêma Anatoliyaya Hundir, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Enqereyê, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Odeya Bijîşkên Diranan a Enqereyê, daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Enqereyê Saît Alî Korkmaz ve hat xwendin û destnîşan kir ku qadên jiyanê bi awayekî bê qanûn tên tunekirin û qetliama rantê berdewam dike.

‘Li Akbelenê daran dibirin li Çiyayê Cûdî dişewitînin’

Saît Alî Korkmaz da zanîn ku polîtîkayên aboriyê yên ku xweza û hemû nirxên çandî ji bo sermayeyê weke amûra komkirin û rantê dibîne, bi awayekî bêrehm tê meşandin. Qadên jiyanê tên tunekirin û wiha got: “Ev bi rojan e li Akbelenê daran dibirin û li Cûdî jî dişewitînin. Tevî hemû bertekan jî nehiştin kesek mudaxeleyî vemirandina şewatê bike. Qadên daristanan ji ber şewatê tune dibin û li hêla din jî komkujiyên bi mebesta rantê jî didomin. Qadên daristanê yên Akbelenê weke qadên madenê hatin nîşandan. Jiyana zindiyan a li vir tê tunekirin û ev jî sûceke li dijî mirovahiyê ye. Dê ji ber vê madenê erdnîgarî biguhere, çavkaniyên avê bên tunekirin û ziyanên jêneveger bên kirin.

‘Qetliam di bin siya dewletê de tên pêkanîn’

Saît Alî Korkmaz, da zanîn ku ev qetilkirina daristanên Akbelenê ji aliyê şîrketa Lîmak û IC di bin siya dewletê de tên pêkanîn û wiha got: “Ev bêqanûniya ku berdewam dike, saziyên dewletê, wezîrên pêwendîdar û îdare li hemberî vê rewşê bêdeng in. Gelên herêmê yên ku li daristanên Akbelenê nirxên li hewirdorê xwedî derdikevin ew tundiya ku li hemebrî wan tê kirin û mudaxeleyên ne qanûnî em qebûl nakin.”

Saît Alî Korkmaz bi bîr xist ku feraseta madenvaniyê, ne cureyeke hilberandinê ye felaketeke mêtingeriyê ye û got: “Madenên wan mîna xwezayê, xelk û xwezaya me jî tune dikin. Em bangî wan dikin dibêjin; destê xwe ji Akbelenê bikşînin! Hemû projeyên ziyanê didin xweza û mirovan betal bikin.”

Meclis wê ji bo Akbelenê bi awayek awarte bicive

Li ser banga CHP’ê meclis wê îro di saet 15:00’an de ji bo nirxandina qetliama xwezayê ya li Akbelenê kom bibe. Di lijneya giştî de, hejmara kesên beşdarî civinê bibin, ger bibe 200 parlamenter, wê bikeve rojevê, CHP wê der barê tiştên ku li Akbelenê diqewimin de hevdîtinê bike. Îkîzkoyî û parêzvanên jiyanê wê weke temaşevan beşdarî Lijneya Giştî ya Meclisê bibin.