Dayika Aştiyê Remziye Ekenek jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a 82 salî ev demeke dirêj bû nexweşiyên wê hebûn, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan -Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a li navçeya Dêrika Mêrdînê dijiya, di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika Remziye salên dirêj weke Dayika Aştiyê têkoşiya. Ji ber derbaskirina felca mejî û temenê xwe yê mezin pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Dayik Remziye di 82 saliya emrê xwe de çû koça dawî kir. 

Cenazeyê Remziye li Goristana Asrî ya Dêrikê hate definkirin.