Leşkerên Îsraîlê bi teqemeniyan mala malbatekî Filîstînî hilweşandin

Leşkerên Îsraîlê li Rojavayê Şerîa qampa penaberan a li bajarê Nablusê li ser malan de girtin û mala malbatekî Fîlîstînê bi teqemeniyan hilweşandin.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê li li bajarê Nablus a girêdayî Rojavayê Şerîa li ser malan de girtin. Filistiniyên ku li dijî serdegirtina derengê şevê pêk hat bertek nîşan dan, xwestin rê li wesayîtên zirxî yên artêşa Îsraîlê bigirin. Leşkerên Îsraîlê bi fîşekên rast û gaza rondikrij erîş bir ser Fîlîstiniyên ku bi havayî fîşek û keviran diavêtin.

Malek bi teqemeniyan hat hilweşandin

Leşkerên Îsraîlê mala malbata Filistînî Abdulfettah Hurusha yê ku di 26’ê Sibatê de li Kampa Penaberan a Cenînê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibû qetilkirin bi teqemeniyan hilweşand. Berdevkê artêşa Îsraîlê dîmenên mala malbatê ku bi teqemeniyan hat hilweşandin parve kir.

Ambulans jî hat hedef girtin

Li aliyek din heyva sor a Fîlîstînê ragihand ku leşkerên Îsraîlê bi fîşekên plastîk û gaza rondikrij ambulansa ku diçû cihê bûyerê  û ji bo mudexeleya bîrîndara bike hedef girtiye.