‘Ger Abdullah Ocalan bikeve dewrê dê rewabûna desthilatdariyê nemîne’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de aktorê herî girîng Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Dema ku Ocalan bikeve dewrê wê rewabûna vê desthilatdariyê û vî şerî tune bike.”

Enqere- Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di koma civîna giştî ya heftane ya partiya xwe de der barê rojevê de nirxandin kir. Çîgdem Kiligun Uçar sersaxî ji bo siyasetmedar Gultan Kişanak ku xwişka wê Zeyneb Ozer jiyana xwe ji dest daye re xwest, 14’emîn salvegera wefata Aram Tîgran bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar ên ku di 8’ê Tebaxa 1938’an de li Erzinganê hatin qetilkirin bi bîr anî û daxwaza rûbirûbûna komkujiyê kir û got: “Em heta hesabê vê komkujiyê neyê pirsin û rûbirûbûn çênebe em ê şopdarên vê komkujiyê bin.”

‘Divê meclis kombûna ji bo Akbelen û Cûdiyê li ber çavab bigre’

Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku meclis dê di nava rojê de ji ber qirkirina daran a li Akbelenê bi awayekî awarte bicive û diyar kir ku hem li dijî şewata li Cûdî hem jî ji ber birîna darên li Akbelenê li ber xwe didin. Ji çar parên Daristana Akbelenê yek jê hatiye birîn. Berxwedana gel a li dijî vê qirkirinê silav kir destnîşan kir ku wê li dijî qirkirina xwezayê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku divê civîna awarte ya li meclisê bi xwe re encamekî bîne û got: “Ger pêwîst bike divê meclis li Akbelen û Cûdiyê bicive. Heke encamek jê dernekeve, bila meclis necive. Li Çiyayên Îdayê Cengîz Holdîng, li Cûdiyê jî dewlet bi xwe û li Akbelenê jî şîrketên nêzî îqtîdarê vê qirkirinê dikin.”

‘Li welat 100 sal in siyaseta ku agir bi her derê dixe heye’

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku Li Cûdî deverên daristan lê hene tên şewitandin û got: “Êrîşeke ewqas eşkere ye ku hêzên ewlekariyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Tîktokê nîşan didin bê ka Cûdî û xaka Kurdistanê çawa dişewitînin. Bi salan e Cûdî tê şewitandin. Şewat ji 26’ê tîrmehê dest pê kir û heta 29’ê Tîrmehê domiya. Yên dixwestin biçin agir vemirînin jî hatin astengkirin. Ne tenê li Cûdî, li vî welatî 100 sal in şewata ji ber siyasetê heye.

‘Dewlet bi xwe li erdnîgariya Kurdistanê şewatê derdixe’

Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Divê dengê ku em ji bo Akbelenê derdixin li Cûdî û yê em ji Cûdî derdixin jî li Akbelenê bê bihîstin. Ji ber ku talankirina xwezayê li yek navendê tê birêvebirin. Kî ji bo şer texrîbata ekolojiyê weke amûrekî bi kar bîne, yên dibin sedema mirinê jî ew in. Dewlet bi xwe li Cûdî û Kurdistanê şewatan derdixin. Dixwazin daran tune bikin û herêmê ji mirovan vala bikin.”

‘Ji Êzidiyan re komkujî rewa hat dîtin’

Çîgdem Kiligun Uçar bi bîr xist ku 3’yê Tebaxê 9’emîn salvegera fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî bû. Li cîhanê yek ji baweriyên herî qedîm Êzidatî ye. Komkujî her dem bûn para wan. Her Êzidiyeke tê kuştin, her Êzidiyeke tê kolekirin û eziyeta ku ew dikşînin, ji pêşeroja me tê dizîn.

‘Ji bo avakirina aştiya civakê kesê herî girîng birêz Abdullah Ocalan e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em di pêvajoyeke wisa de ne ku li Tirkiyeyê bi hiqûqê nayê kirin. Ji ber bikaranîna peyva tecrîdê, mirov tên girtin. Em rastiyê bi dengekî bilind bibêjin; li vî welatî tecrîd heye, tecrîda girankirî heye. Baroya Hiqûqê ya Sedsalê duh têkildarî birêz Ocalan daxuyaniyek da. Di nava 12 salan de parêzeran tenê karîne 5 hevdîtinan bikin. Îqtîdar û alîgirên wê yên ku dibêjin dewleta hiqûqê heye, heta niha jî têkildarî vê qirkirina hiqûqê de tiştek negotine. Ev bû du sal û nîv bi birêz Ocalan û girtiyên li cem wî re tu hevdîtin nayê kirin û tu agahî jê nayên girtin. Bi sedan parêzeran bi hezaran serlêdan kirin. Ne tenê malbat û parêzer, hemû kesên di ferqa talûkeya tecrîdê de li seranserî cîhanê serlêdan kirin. Di mehên Hezîran û Îlona 2022’yan de têkildarî tecrîdê agahiyan bigrin û li Îmraliyê lêkolînê bikin. Lê der heqê vê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Îqtîdar, ji peyva tecrîdê ditirse. Baş e lê çima ditirsin? Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de, di çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên aştiyane û demokratîk de û ji bo mayîndekirina aştiya civakî kesayeta herî girîng birêz Ocalan e. Kengê bikeve dewrê, ji wê kêliyê ve dê tu rewatiya desthilatdariyê û şerê heyî nemîne. Tişta ku me di navbera salên 2013-2015’an de tecrube kir jî ev bû.”

‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar amaje bi wê yekê kir ku dewlet û îqtîdar di nava aciziyetê de ne. Lê dê nikaribin bi tu îşkenceyan vê aciziyê veşêrin û got: “Divê tecrîd bê bidawîkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome.”

Bi Kurdî bang li wezîrê aboriyê kir

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku krîza aborî roj bi roj girantir dibe û bi zimanê Kurdî bang li Wezîrê Aboriyê û Darayî Mehmet Şîmşek kir û got: “Yek ji mijarên herî girîng ên welat, bihabûn û enflasyon e. Krîza ku em îro dijîn, encama tercîhên aboriyê yên AKP’ê ne. Barê krîza çavkaniya xwe ji şer û rantê digire li ser pişta kedkaran û me ye. Me bi tirkî got we fêm nekir. Wê demê em li vir bi Kurdî bangî Şîmşek bikin ku li gorî me herî baş bi vî zimanî fêm dike. Rojek nanê heye, dew tune ye, rojek dew heye, nan tune ye. Êdî bes e, êdî wiha nadome êdî nameşe. Gelo niha fêm kiriye yan na?”