Jinên Efrînê: Dê nikaribin berxwedan û têkoşîna 5 salan vala derxin

Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê berxwedan û têkoşîna xwe 5 sal in li koçberiyê berdewam dikin gotin ku dê berxwedan û îradeya ku 5 salan tê meşandin bi hêsanî neyê çewisandin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di nava pênc salên koçberiyê de li kantona Şehbayê welatiyên Efrîn û Şehbayê rojane li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk berxwedana xwe bênavber û westandin didomînin. Ev êrîş ji destpêka dagirkirina herêma Efrîn ve ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ve, li ser kantona Şehbayê berdewam dikin. Di van demên dawî de navçeya Til Rifet a Şehbayê û navçeya Şêrewayê bi herêma Efrînê re tên bombebarankirin. Li gundê Kilûtê yê navçeya Şêrewayê jinek bi navê Nazîre Welo Mustafa ya 40 salî, Mihemed Remadan Elîwî yê 10 salî û Azad Hisên Kol Dedo li navçeya Til Rifetê birîndar bûn. Di heman demê de zirarên madî jî gihîştin sivîlan. Der barê êrîşên dagirkeriyê û armancên wan de jinên Efrînê helwestên xwe ji me re anîn ziman.

'Berxwedana me li dijî êrîşan wê raneweste'

Almaz Hiso bal kişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên welatiyên sivîl hedef digrin û wiha got: "Em ji ber zilma dijmin û dagirkeriya dewleta tirk koçber bûn. Li Şehbayê dîsa jî bi êrîşên xwe sivîlan armanc digre. Erdogan bi riya meşandina şerê taybet û êrîşên xwe li ser Şehbayê hewl dide riya koçberiyê careke din ji me re veke û em terka berxwedana xwe bikin. Xwesteka wî ya sereke jî ew e em ji Efrînê dûr bikevin da ku koka Efrîniyan bîne bên bişaftin û qirkirin. Li seranserê Til Rifet û Şêrewayê û hemû deverên Şehbayê êrîşên dagirkeriyê pêk tên, di encamê de jin û zarok jî şehîd û birîndar dibin. Em bi kuştin û êrîşan tu carî tune nabin. Em dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernandin ji ber ku me soz daye Rêber Apo û pakrewanên ku em ê heya dawiyê berxwedana xwe bidomînin."

'Berxwedan û îradeya me bi hêsanî nayê çewisandin'

Hêvîn Eloş jî banga xwe ji rêxistinên navneteweyî re kir ku xwedî li welatiyên sivîl ên rojane rastî êrîş û qirkirinê tên, derkevin û wiha got: "Em êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar dikin. Erdogan roj bi rojê sînorê mirovahî û wijdan derbas dike û hemû pîvanên exlaqî binpê dike gelê sivîl hedef digire. Ruxmî çekên herî giran û pêşketî di derheqê sivîlan de tên bikaranîn û wan qetil dikin jî rêxistinên mafên mirovan qaşo bi mirovahiyê bang dikin heya niha tu bertek nîşan nedane û nebûne bend ji van êrîşên hovane re. Hêviya me vegera Efrînê ye ji ber wê yekê li Şehbayê em berxwedan û jiyana xwe didomînin. Bang li cîhanê dikin ku berxwedan û îradeya li Şehbayê tê meşandin tu carî bi êrîşan nayê çewisandin."

'Dixwaze derbeyê li projeya Neteweya Demokratîk bide'

Zeyneb Xelîl armanca dewleta tirk bi êrîşên ku tên kirin wiha vegot: "Armanc û xeyalên Erdogan ew in ku deriyê koçberiyê li Şehbayê veke û gel careke din penaber bibin. Her wiha li vê deverê jiyana wekhev di nava civakê de tê jiyîn dixwaze her dem derbê li vê jiyanê bide û projeya Neteweya Demokratîk vala derxe lê dive bizanibe ku gel bi siyaset û daxwazên dewleta tirk dizane û ji van êrîşan tu carî bi bandor nabe."