Xizmên windayan ji bo Giyasettîn Oduncu edalet xwestin

ÎHD û xizmên windayan di hefteya 799’an de aqûbeta Giyasettîn Oduncu yê di Gulana 1995’an de li Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û edalet xwestin.

Amed- ÎHD û xizmên windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” çalakiya rûniştinê ya hefteya 799’an li dar xistin. Nûnerên gelek saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê û wêneyên windayan hilgirtin.

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman ku di çalakiyê de axivî, Nora Morales de Cortîñas a jiyana xwe ji dest da bi bîr anî ku aqûbeta kurê xwe yê di sala 1977’an de hat windakirin dipirsî û got: “Em li vir ji bo pirsa aqûbeta mirovên xwe yên ku ji aliyê rejîmên dîktator û rejîma zordar a dewletê ve ji ber diyardeya dijminên navxweyî hatine windakirin, li vir in. Me nûçeyek xemgîn dît. Weke ku hûn jî dizanin li Amerîkaya Latîn û Arjantînê di têkoşîna li dijî windakirina bi darê zorê de dayikên ku bûne pêşengên vê têkoşînê hebûn. Dayika Nora yek ji van dayikan bû. Dayika ku li aqûbeta kurê xwe yê di sala 1977’an de winda bûye digere. Vê dayikê bi salan li vê erdnîgariyê mil bi mil bi dayikan re têkoşiya. Em ji vir rehmetê jê re dixwazin. Di dawiyê de em careke din teqezî li ser vê soza xwe dikin, heta ku windayên me neyên dîtin û hesab ji kiryaran neyê pirsîn em ê dest ji vê têkoşînê bernedin.”

Çîroka Giyasettîn Oduncu hat xwendin

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz vê hefteyê serpêhatiya Giyasettîn Oduncu yê di Gulana 1995’an de li Amedê hat windakirin xwend.

Firat Akdenîz wiha behsa serpêhatiya windakirina Oduncu kir: “Ew zewicî û bavê sê zarokan bû. Ji gundê Şimşimê yê ser navçeya Hazroya Amedê bû. Di sala 1986’an de leşkeran her dem bi ser gundê wan de digrtiin û zextê li wan dikirin ku bibin cerdevan. Di heman salê de bavê Giyasettîn Oduncu, dema diçe gundê Sine yê Licê serdanê lê ji aliyê cerdevanê gundê Sine ve tê qetilkirin.

Ji malê derket û tu xeber jê nehat girtin

Di sala 1992’an de leşker dîsa bi ser gund de digrin û zextê dikin ku gundî bibin cerdevan. Giyasettîn Oduncu bi tevî malbata xwe ve ji ber zextên leşkeran bar dike û tên li navçeya Sûrê ya Amedê bi cih dibin. Di rojên dawî yên Gulana 1995’an de Oduncu ji hevjîna xwe re dibêje, “Ez ê bi hevalên xwe re biçim Gola Hazara Xarpêtê” û dixwaze hevjîna wî gomlekek û şalek (pantolon) jê re amade bike. Hevjîna wî Aysel Oduncu cilên wî amade dike û dide destê wî. Malbat ji roja ku Giyasettîn Oduncu ji malê derdikeve şûn ve heta îro agahî jê nagire.”

Firat Akdenîz diyar kir ku malbata Oduncu her çiqas serî li qereqolê û midûriyeta polîsan dide jî tu agahî ji Giyasettîn Oduncu nagire. Akdenîz destnîşan kir ku malbat têkildarî bûyerê di 31’ê Adara 2003’an de li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê dozê vedike lê tu encamê nagire û tevî hemû hewldanên malbatê jî carek din agahî ji Oduncu nayê girtin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.