Bîlançoya êrişên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê hate eşkere kirin

Dewleta Tirk di meha Gulanê de 124 caran êrişî 37 deverên Efrîn û Şehbayê kir. Di van êrişan de zarokekê jiyana xwe ji dest da, 3 zarok, welatiyekî 60 salî û leşkerek Hikûmeta Şamê jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên artêşa dewleta Tirk a meha Gulanê ya li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.

Li gorî bîlançoya hatiye parvekirin, di navbera 1 û 31’ê Gulanê de dewleta Tirk, 124 caran êrişî 37 gund, bajarokên Şehba-Efrînê û derdora wan kir. 3 cihên hêzên Hikûmeta Şamê jî bûn hedef.

Di êrişên ku bi tang, topên obus û hawanan, balafirên bêmirov û bi çek, dronên xwekuj û bombebaran pêk hatin de, malên welatiyan, erdên çandiniyê, bax û baxçeyan zirar dîtin.

Di êrişan de zarokek jiyana xwe ji dest da

Di topbarana 18’yê Gulanê ya li ser gundê Semoqa yê Şehbayê de zarokê bi navê Ferês Xelef Îbrahîm jiyana xwe ji dest da, 3 zarok jî birîndar bûn. Di topbarana 31’ê Gulanê ya li ser gundê Şêx Îsa yê Şehbayê de jî hemwelatiyekî 60 salî birîndar bû. Di êrişa 19’yê Gulanê ku dironeke xwekûj li ser gundê Seda Şehba pêk hat de, leşkerek Hikûmeta Şamê birîndara bû.

Di êrişa 24'ê Gulanê ku bi dironê li ser xalek hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Hirşa Sixunekê ya bajarê Şêrewa ya Efrînê pêk hat de, zirarê madî çêbû.

15'ê Gulanê bi dironê xala hêzên Hikûmeta Şamê ya li gundê Kefer Anton ê bajarê Şera yê Efrînê hat hedefgirtin. Di êrişê de ziyanên madî çêbû.