Ji bo hilbijartinên 11'ê Hezîranê li Şehbayê çalakî hat lidarxistin

Tîfaqa Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê ya kantona Efrîn-Şehba ji bo hilbijartinên 11'ê Hezîranê ya şaredariyan çalakî lidarxist.

Şehba- Tifaqa Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê kantona Efrîn-Şehba bboneya hilbijartinên 11'ê Hezîranê yê şaredariyên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî lidarxist. Şahî li navçeya Ehdas a kantona Efrîn-Şehba ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Di şahiyê de gelê navçeya Ehdas, wargeha Serdem, Efrîn û gundewarên navçeyê beşdar bûn.

‘Hilbijartin ji bo hemû gelên heremê destkeftiyek mezin e’

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre li ser navê Tifaqa Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê ya kantona Efrîn-Şehba Sureye Mustafa û Welîd Dingilî axivîn, her duyan ev çalakî û hilbijartin li tevahî gelên azadîxwaz pîroz kirin û gotin: "Em ji bo azadiyê û demokrasiyê tev digerin, hilbijartinên 11'ê Hezîranê jî vê yekê temsîl dike, em her car ji bo dewletên desthiladar dengên xwe bi mecbûrî kar tînin, lê îsal û yekem car gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dengê xwe didin xwe û rêveberên xwe hildibijrin. Ev hilbijartin ji hemû gelê herêmê re weke destkeftiyek mezin û nirx di şoreşa Rojava de tê pênasekirin. Ev hilbijartin bi awayek demokratîk û wekhevî tê çêkirin û wê bighêje armanca xwe ya avakirina wekheviya gelan. Hilbijartinên me wê bibe bersiva herî mezin ji êrîşên dagirkeriyê re û wê tu carî ti êrîş an jî plan bandorê li ser hilbijartinan nekin û em hêvî dikin ku gelê me bi îsrar biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."

‘Em soza xizmetkirina gel û civakê didin’

Li kêlek wê Rozelîn Koşan û Hisên Sîdo ku wek namzetên Hevserok ên Şaredariya navçeya Ehdas a kantona Efrîn-Şehba hatin hilbijartin axivîn û gotin: “Em bi saya dengê gelê xwe îro li ser dikê disekinin û soza meşandina xebatê li ser rêya demokrasî û wekheviyê didin gel. Em ê xwedî li erka ku dikeve ser milên me ji bo xizmetkrina gel û civakê derkevin. Di van hilbijartinan de me ji cîhanê re îsbat kir ku gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê xwedî îrade û hebûne. Em carek din soza xwe nû dikin ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û layîqî nirxên şoreşê bin."

Her wiha endamên Meclisa Şaredariya navçeya Ehdas a kantona Efrîn-Şehba ku 26 endam in li ser dikê ji milet re xwe danasîn kirin. piştî wê ji aliyê Tevgera Çand û Hunera kantona Efrîn-Şehba ve çalakiyên hunerî dest pêkir û stran hatin vegotin.

Şahî bi gerandina govendê dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên hilbijartinê wê heya 9'ê Hezîranê li tevahî navçeyên kantona Efrîn-Şehba bên li dar xistin.