Beşdariya hilbijartinan wê ji dewleta Tirk re bibe bersîva herî bi hêz’

Rêveberiya Xweser, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga piştgiriyê kir û diyar kir ku bi xurtî tevlîbûna hilbijartinan wê bibe bersiva herî xurt.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleat Tirk û rojeva hilbijartinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca êrişên dewleta Tirk şikandina têkoşîna îrade û demoqrasiyê ye û wiha hate gotin: “Ev êrişên di demên dawî de tê kirin bi zanabûn tên kirin ku pêkhateyên gelê me amadekariyên hilbijartinên demokratîk ên hilbijartinan dikin ku pêşketineke mezintir a rêvebirina civakê bi dest bixe. Ev êriş kiryarekî derexlaqî ye û êrişeke rasterast li dijî hewldanên pêkanîna demokasiyê li Sûriyeyê û xizmeteke bê berdêl ji bo civakê ye.”

Di daxuyaniya ku êriş hatî şermezarkirin de ev tişt hate gotin: “Em ê erkên xwe yên ji bo armanca pêkanîna hêviyên gelê me bi cih bînin. Hemû îdiayên der barê hilbijartinan de kiryarekî rakirina tolê ye. Armanc jê jî rêgirtina li ber avakirina civakeke bi hêz e. Em diyar dikin ku ev hilbijartin gaveke ber bi misogerkirina rêya durist a demokratîkbûneke rasteqîn li Sûriyeyê ve ye. Em siyasetên destwerdêr red dikin; ev hilbijartin biryareke durust a gelê me ye û xebateke navxweyî ya gel e da ku şêwazê xwerêvebirinê bi rêxistin bike.” Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtina xwe pêş bixin û bi xurtî tev li hilbijartinan bibin. Helwesta yekbûyî rêya ber bi siberojeke aram û jiyaneke rûmet ve ye.

‘Beşdariya hilbjartinê serkeftinek bi hêz ya dîrokiye’

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin hêzên derve hewl diden gel kole bike li pêşiya pêşxistana îradeya gel bibe asteng û wiha hate gotin: “Tevlêbûna hilbijartina û serxistina wê, serketina dîrokî ya xurt li hemberî hêzên ku hewl didin îradeya me têk bibin e.” Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane hat xwestin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.