'Têkoşîna Emîne Şenyaşar hêviyê da gel'

Endamên TMMOB'ê îro çûn serdena Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê ya Tirk berdewam dike û diyar kirin ku têkoşîna malbata Şenyaşar hêviyê dide gel.

Enqere-Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar çûn ber avahiya Wezareta Dadê û carek din wan negirtin hundirê avahiyê. Endamên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ên Wan, Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê serdana malbatê kirin û piştevanî dan nobedê. 

 Hevserokê Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) a Şaxa Amedê Ufuk Bulut axivî û destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna Emîne Şenyaşar in û xwest daxwaza edaletê ya dayika Emîne were qebûlkirin. 

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz jî di serdanê de axivî û wiha got: “Ev 100 sal in li Kurdistanê kuştinên kiryar nediyar tên kirin û diqewimin. Em di şexsên cangoriyên xwe de dibêjin, bila ev kuştinên kiryar nediyar werin ronîkirin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.” 

'Dayika Emîne; 'Dozek, helwest û têkoşîneke bêhempa dimeşîne'

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Şerefxan Aydin jî di serdanê de axivî û wiha got: “Dayika Emîne doz, berxewdan û têkoşînek bi heybet e. Tu mînakê vê têkoşînê tune ne. Helwestek û têkoşînek bêwestan dide. Ji bo hemû gelê me bûye hêvî. Em bejna xwe li ber vê sekn û heybetiya wê ditewînin. Em jî bi hêvî ne ku wê di demek nêz de daxwazên dayika Emîne werin bicihanîn.” 

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bûn.